DERSIM – Şewata li çoltera navenda Dersimê ku derket berbelavî gellek herêman bû. Şêniyê gundê Muşkirek Huseyîn Zeytîn diyar kir ku ji bo şewat li herêmê gûr bibe bi saetan hat bombebaran kirin û ji bo vemirandina şewatê bang li her kesê hestiyar kir ku biçin herêmê.
Li çoltera navenda Dersimê şewata serê sibê ji ber bombebaranê derket li herêmê her ku diçe belav dibe. Şewat di navbera herêmên Geliyê Avgasor, mezraya Balî, mintiqa Kartan, Çiyayê Sincik, Çiyayê Xoşirûk, gundê Dîkenlî Mahmut Garîpuşagi de mezin dibe.
Ji şêniyên gundê Muşkirek Huseyîn Zeytîn çû herêma şewatê û ragihand ku serê sibê 2 helîkoptêran 2 saet bênavber çoltera Newala Balî û Muşkirek bombebaran kir û cihê şewat nedigirt jî gellek caran bombebaran kir. Zeytin got ji bo herêm bişewite bombebaran hatiye kirin.
CAREK DIN JI NÛ VE HERÊM DIŞEWITE
Zeytîn diyar kir ku di rojên derbasbûyî de ji bo şewat bê vemirandin têkoşînek bêhmepa dane û cihên xistine bin kontrolê carek din ji nû ve dişewite.
Zeytîn destnîşan kir ku agahî dayîn derbarê şewata li Dersimê û parvekirina şewatê bi raya giştî re jî dikin sûc û got: “Heke ji bo em xwezaya xwe rizgar bikin û berteka li dijî şewatê dibe sûc, em ê vî sûcî bikin. Ji danê sibê ve me gulebaran dikin. Helîkoptêr ji esman ve mirovan çavdêr dike û tacîz dike. Der û dora me tê bombebarankirin. Di oxira wê de mirin jî em ê biçin herêma şewatê. Ji bo vemirandina şewatê em hemû kesên hestiyar vedixwînin herême.”