STENBOL - Hunermendan mudaxaleya polîsan a li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya 700’emîn şermezar kir û gotin: "Hûn nikarin têkoşîna dayikan bi tundiyê şermezar bikin."
Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de xwestin bi girseyî balê bikşînin ser windayan û aqû beta wan bipirsin. Lê polisan bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu destûr neda daxuyaniyê û êrîşî Dayikên Şemiyê kir. Polisan di êrîşê de 47 kes bi tundî û lêdanê binçav kirin û piştre serbest berdan. Hunermendan bertek nîşanî erîşa li dijî çalakiyê dan.
TURKALÎ: TENÊ MIROV ŞERMEZAR BIKE TÊR NAKE
Hunermend û lîstikvan Deniz Turkalî bertek nîşanî helwesta rayedaran da û wiha got: "Êrîşa li dijî van mirovan li dijî wîcdan e. Tiştekî pir kambaxî ye. Mirov tenê şermezar bike têr nake. Ez pir bi hêrs û xemgin im. Ez xemgîn dibim ku zarok di nava rewşek wisa de mezin dibin. Tişta li ser Dayikên Şemiyê hatiye meşandin polîtîkaya dewletê ye. Tevî her tiştî ev têkoşîn dê bidome. Kes nikare vê têkoşînê rawestine. Bi tundiyê qet nikarin vê têkoşînê rawestînin. Li şûna tundiyê pêş dixin divê kujer û windayan bibînin."
UZUMCU: QENCÎ DÊ BI SER BIKEVE
Lîstikvan Levent Uzuncu, anî ziman ku yên duh tundî pêş xistin pir dişibin yên berê. Uzumcu, da zanîn ku têkoşîna windayan tu carî bi dawî nabe û wiha axivî: "Têkoşîna qencî, başî, rast û durustiyê qet xelas nabe. Mirovên baş ên hêjmara wan kêm têkoşîn heta îro anîn. Her dem mirovên baş li dijî şer rawestiyan û dawî li şer anîn. Ger ku mirovên baş nebûna, civak dê bi tevahî xera bûbûya."
DEMÎR: DÊ BI TIRSA XWE BÊN DEFINKIRIN
Lîstikvan Hamit Demir jî anî ziman ku tehamûlî Dayikên Şemiyê nakin û wiha got: "Ji ber ku yên herî baş wîcdan nîşanî wan didin Dayikên Aştiyê ne. Dayikên aştiyê bi rûmet û serbilind 700 hefte ne bêdeng vê yekê li ruyê wan dibêjin. Dema li Dayikên Şemiyê dinerin rastiya xwe û ruyê xwe dibînin. Dayikên Şemiyê Awênaya wan e. Ji ber vê yekê êdî tehamul nakin li Dayikên Şemiyê binerin û rastiya xwe bibînin. Ew qet nehatin guhertin, lê em jî dê neyên guhertin. Dîrok dê nîşan bide ku kî rast e. Ji ber ku wîcdanê wan tune, dê tevî tirsên xwe bên defin kirin."
ERTEM: DAYIK DÊ DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN
Hunermend Ceylan Ertem a sitrana Ahmet Kaya ya "Dayê min bibîne" ku 23 sal berê sitra bû, di hefteya 700'emîn de ji nûve bi Dayikên Şemiyê re sitra, bertek nîşanî êrîşa polîsan da û wiha got: "Dayık dê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ertem anî ziman ku polîsan bê sînor tundî pêş xist û wiha got: “Rewşek pir xemgîn bû. Ez hevî dikim ku mirovên baş dê tişta heq dikin bijîn. Dayikên ku zarokên xwe winda kirine dê ji ber vê tundî û xaza îsotê dest ji têkoşîna xwe bernedin."