DERSIM – Herêmên Newala Balî û Muşkirek ên girêdayî navenda Dersimê ji ber bombebaranê carek din şewat derket.
Şewata li çoltera girêdayî navenda Dersimê bi mudaxeleya dildaran hatibû temartin. Îro serê sibê bombebaran pêk hat û carek din şewat derket. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, serê sibê saet li derdora 07.00’an 2 helîkoptêran herêma Newala Balî û Muşkirek bombebaran kirin û ji ber vê bombebaranê şewat carek din derket.
Hat zanîn ku şewatê belavî herêma çoltera Rengul a Çiyayê Sincikê û li herêma Balî û Muşkirek jî şewat berfireh dibe.
Li aliyê din hat zanîn ku li herêma şewatê operasyona esmanî dewam dike.
Her wiha li navenda Dersimê jî tevgera helîkoptêran berdewam dike.