NAVENDA NÛÇEYAN - Masîde Ocak a duh di hefteya 700’î ya çalakiyên Dayikên Şemiyê de li Qada Galatasarayê ligel Emine Ocak hat binçavkirin û berdan, bertek nîşanî helwesta rayedaran da û wiha got: “Em di sala 1997'an de du nişf dihatin binçavkirin. Lê em niha 3 nifş hatin binçavkirin. Tenê gotinek min heye. 700 hefte borî, lê heviyên me ne qediyan."
Dayikên Şemiyê duh xwestin di hefteya 700’an de çalakiya xwe bi girseyî pêk bînin. Gelek parlamenter, parazvanên mafên mirovan û rewşenbir jî tev li çalakiya Daylikên Şemiyê bûn û xwestin bimeşin Gada Galatasarayê. Lê polîsan li ser ferman Wezîrên Karên Hundir Suleyman Soylu mudaxaleyî çalakiya dayikan kir û 47 kes binçavkirin û piştre serbest berdan. Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995'an heta niha çalakiya Şemiyê li Qada Galatasarayê pêk tinin û duh rastî mudaxaleya polîsan hatin, bertekên xwe anîn ziman. Masîde Ocak ku hat binçavkirin û hat berdan bertek nîşanî binçavkirina Dayika Hasan Ocak Emine Ocak da. Maside Ocak li ser hesabê medya civaki bertekên xwe bi van gotinan parve kir: "“Ez dizanim we tevan pir peraq kir. Ez der barê vê rojê de çi binivîsim nizanim. Ji bo min kakilê rojê; Dayika 82 salî ku bi mertalên polîsan hat dahftan û pişê wê reş û şîn kirin. Heta birin maşîneya binçavkirinê jî li pey xwe kaş kirin. Bi awayekî hov li biraziyê min Adilcan xistin. Lê min nekaribû dayika xwe bihêlin û biçim cem wî. Bi hesta ku dixwazin destê Gamze Elvan bişkînin badan. Dema dayika min heta cem maşîna polîsan meşiya û bi şopa kesên hatin binçavkirim ket, polisan ferman da û got 'Hûn jina pîr li maşînê nekin û ferman dan. Dayika min got we zarokên bin binçavkirin ez ji dê li maşînê suyarêm. Lê polîsan ew ji maşînê daxist.
Em bi saedan di maşîneyê de bi kelepçeyên plastîk de hatin rawestandin.
Di sala 1997'an de Ahmet Şik wêneyê dayika min ê hat binçavkirin kişand. Lê niha li heman Qada Galatasarayê Hayri Tunç ev wêne kişand. Ji wê rojê heta niha tiştek nehatiye guhertin. Di salên 1997'an de em du nifş dihatin binçavkirin. Lê em niha 3 nifş hatin binçavkirin. Dema ez çûm mal, min dît birayê min Arat li diji wê tundiyê digot "Em li vir in dayê. Hûn ne bi tenê ne. Tenê gotinek min heye. 700 hefte borîn. Heviyên min neqediya ne..."