STENBOL - Siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan ku bertek nîşanî qedexekirina çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê dan, gotin: "Di hefteya 701'emîn de em ê li Qada Galatasarayê dîsa daxwazên xwe bînin ziman."
Dayikên Şemiyê ku ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û kiryarên wan bên darizandin her hefte li Qada Galatsarayê dicivin, çalakiya wan a hefteya 700'emîn bi fermana Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû hat qedexekirin. Piştî qedexekirina çalakiyê polîsan mudxileyî çalakiyê kuir. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî, Kadriye Baykal Ceylan, dayika Tolga Baykal Ceylanê di binçavan de hat windakirin û Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya bertek nîşanî qedexekirina çalakiyê dan.
'EM Ê BÊDENG NEBIN'
Dayika Şemiyê Kadriye Baykal Ceylan, anî ziman ku ji bo li aqûbeta kurê xwe bipirse ji bartinê hatiye Stenbolê û got: "Em heyr man. Tu dibê qey ev welat hatiye dagirkirin. Wekî polîsên dagirker êrîş kirin. Bi salan e em doza edaletê dikin. Di sala 2011'an de Erdogan soz dabû. Ma wisa soza xwe bi cih tîne? Îro komek gaz avêtin ser me. Dê heta kengî gazê bavêjin. Em ê biçin çalakiya xwe bi awayekî din bikin. Em ê rûnenên û bêdeng nebin." Ceylan, bilêv kir ku 14 sal e ew li kurê xwe digere û got: "Kurê min di dema vê hikûmetê de hat windakirin. Em ê bitêkoşin. Qethiyen em ê dev jê bernedin. Heta em hestiyên zarokên xwe bibînin em ê li wan bigerin. Kes nikare li ber me bibe asteng."
'BINPÊKIRINA MAFÊN QANÛNA BINGEHÎN E'
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku ew biryara qedexekirina çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê qebûl nakin û ev biryara qedexekirinê di heman demê de tê wateya ku mafên qanûna bingehîn bi awayekî kêfî tên binpêkirin. Yolerî diyar kir ku ev mudaxilekirin û qedexe nîşan dide ku dê di pêş de çewisandin zêde bibe.
Yolerî, destnîşan kir ku roja di binçavan de mirov hatin windakirin heta niha ev çalakî didome û got: "Ev rewş jî nîşan dide ku xizmên windayan, mirovên şemiyê heta aqûbeta zarokên wan neyê aşkerekirin û kiryar neyênd arizandin û cezakirin dê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Dê tu qedexe nikaribin rê li ber vê têkoşînê bigirin. Dê xizmên windayan li xizmên xwe bigerin. Em ê di hefteya 701'emîn de li Qada Galatasarayê dîsa daxwazên xwe bînin ziman. Em dixwazin demildest dawî li vê çewisandin û şidetê bê."
‘BIRYAR ŞERMA TIRKIYEYÊ YE'
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî, diyar kir ku piştî wan pêwendî bi Wezareta Karên Hundurîn re daniye ew hay ji biryara qedexekirina çalakiyê çêbûne û got: "Biryara wezaretê şerma Tirkiyeyê ye." Kaya got dê ev rûreşî neyê jibîrkirin.
‘EM Ê SIBÊ JÎ LI QADÊ BIN'
Kaya, destnîşan kir ku Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû gotiye "Bi tu awayî em ê destûr bangawaziyên HDP'ê nadin." Kaya, diyar kir ku ev gotin ji bo darizandina li dadgehên navnetewî têr dike û got: "Bila tu kes li qisûrê nenêre. Ji ber me têkoşîneke demokratîk tercîh kiriye em hatine Enqereyê." Kaya, bilêv kir ku ew wek nûnerê kesên çîle kişandine û bedêl dane hatine Meclîsê û ew ê tu carî dev ji vê têkoşîna xwe bernedin.
Kaya got: "Em li vira li nav gelê xwe ne. Em ê sibê jî li vê qadê bin. Hûn wekî kesên ku di salên 90'î de bûn sedema kiryarên nediyar, hûn ê nikarin çarenûsa vê welatî tayîn bikin."