MÊRSÎN - Krîza aborî bandorê li ser hemû qadên jiyanê dike. Serokê Şaxa Sendîkaya Hemû Teqawîtan a Mêrsînê Adîl Alaybeyoglu, diyar kir ku di rewşek wisa de ne pêkan e ku kesên teqawît ji vê krîzê bêbandor nebe û şensa teqawîtan tune ku ji vê krîzê xelas bibin.
Qîmeta dovîz a li hemberi TL roj bi roj zêde dibe. Her ku dovîz li hemberî TL zêde dibe, krîza aborî jî li Tirkiye xwe rû dide. Kargerî, febrîqe û dikan tên girtin, esnaf û karsaz îflas dikin. Betalî zêdetir dibe. Xizanî zêdetir dibe. Alav û amûrên ku pêdiviya jiyana rojane ye her ku diçe buha dibe. Ji ber vê yekê kirîn û firotin jî kêm dibe û bazirganî her diçe kêm dibe. Krîza aborî bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê û beşên civakê dike. Yek ji beşên civakê yên dikevin bin bandora krîza aborî kesên teqawît bûne ne.
Serokê Sendîkaya Hemû Teqawîtan ya Mêrsînê Adil Alaybeyoglu, diyar kir ku ji ber krîz û têkçûna aborî îro li Tirkiye nêzî 12 milyon mirovên teqawît bûne ketin bin rewşek zor û zahmet û wiha got: "Kesên teqawît bûne nikarin vê krîzê ji ser xwe bavêjin. Kesên teqawît bûne bi salan heqê kêm distînin. Ji ber hatina wan kêm e, krîza aborî zêde bandorê li ser wan dike. Jiber enflasyon û doviz zêde bûn, heri zêde bandorê li ser jiyana kesên teqawît, xizan û kesên betal dike. Rewşa kesên teqawît roj bi roji xerab dike û dihilin. Hikûmeta AKP'ê 16 salin bi polîtîkayên nepixandina aboriyê gel dixapîne. Ev encama vê nepixandinê ye. Li vî welatî kesên ji aboriyê fam dike bi salan gotin Tirkye bi felaketa aborî re rû bi rû ye. Îro kesên teqawît bûne heqê sefaletê distînin. Ji ber her tişt buha dibe êdî kes nikare tiştekî bifroşe û bikire. Îro li bazarê fêkiyê herî kêm firengî ye û ew jî kîlo bi 3 tl ye. Bi salan e em krîzê dijîn. Lê niha krîz bandora xwe bêtir li ser me dike. Rêjeya enflasyona ku hikûmet aşkere dike û enflasyona kolanê ne yek in. Hikûmet rêjeya zemê wekî ji sedî 10 aşkere dikin, lê ev rêjeya zemê ya rastî ji sedî 35- 40 e."
ŞENSA KU TEQAWÎT JI KRÎZÊ RIZGAR BIBIN TUNE YE
Alaybeyoglu, da zanîn ku kesên teqawît heqê herî kêm distînin û ev heqê ku distînin têra wan nakne û wiha got: "Hêj heqê kesên teqawît distîne kêmî 1000 TL ye. Îro sînorê birçîbûnê 3 hezar tl ye. Sînorê xizaniyê 6 hezar TL ye. Di rewşek wisa de kesên teqawît bûne nikarin xwe ji krîza heyî rizgar bikin. Di rewşek wisa de kesên ku bkixwazin teqawit bibin ji nikarin teqawit bibin ji ber ku şensa wan a teqawît bibe tune ye. Li Tirkiye kî dibe bila bibe êdî mîsogeriya wan a kar tune ye. Li Tirkiye di 2 salên dawî de zêdeyî 100 hezar mirov ji kar hatin avêtînk."
Alaybeyoglu, herî dawî da zanîn ku di rewşek wisa krîza aborî de kesên karmend û bi milyonan kesen betal heman qederê dijîn. Enflasyon êdî pir zêde bûye û her kes di nava diranên cencereyê de ye."
MA / Ergin Çağlar