STENBOL – Di mudaxilekirina çalakiya hefeta 700'emîn a Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê de polîsan 47 kes binçav kiribûn. Kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan.
Dema Dayikên Şemiyê di hefteya 700'emîn a çalakiya ku li aqûbeta xizmên xwe dipirsin li Qada Galtasarayê li dar dixistin polîsan mudaxileyî çalakiyê kir û di mudaxilekirinê de 47 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin polîsan ew birin Emniyeta Stenbolê ya li Vatanê. Piştî îfadeya li emniyetê kesên hatin binçavkirin hatin berdan.