STENBOL – Hat zanîn ku di mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê de Aydin Aydogan ê di çalakiya Parka Geziyê de birîndar bûbû, milê wî ji aliyê polîsan ve hat şikandin.
Polîsan li Qada Galatasarayê mudaxeleyî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn kir, gelek kes binçav kir û gellek kes jî birîndar kir. Hat zanîn ku Aydin Aydogan ê di çalakiya Parka Geziyê de ji ber bombeya gazê ji lingê wî şikestibû û birîndar bûbû, milê wî ji aliyê polîsan ve hat şikandin. Aydogan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Hasekiyê û hildan bin dermankirinê.