STENBOL – Polîsan di mudaxaleya çalakiya Dayikên Şemiyê ya 700’emîn a li Qada Galatasarayê herî kêm 47 kes binçav kirin.
Dayikên Şemiyê xwestin di hefteya 700'i de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin û bi dengekî bilintir belav bikin. Polîsan destûr nedan çalakiyê û mudaxale kirin. Polîsan di mudaxaleyê de herî kêm 47 kes binçav kirin. Hat zanîn ku di mudaxaleya polîsan de Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameay Yenî Yaşamê Osman Akin û xebatkarê rojnameyê Hasan Akbaba jî heye. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê.
Ji kesên hatin binçavkirin navê 27 kesên wiha ne: "Leman Yurtsever, Maside Ocak, Besna Tosun, Sebla Arcan, Faruk Eren, Cîhan Aktaş, Alî Ocak, Hasan Karakoç, Gamze Elvan, Ozge Elvan, Cîhan Gulunay, Kenan Yildiz, Ruşa Sabur, Fecrî Çalboga, Cuneyt Yilmaz, Jiyan Tosun, Lezgin Ozalp, Levent Gokçek, Ozer Oymak, Sînan Tekdemîr, Suleyman Benlî, Koray Kesik, Sînan Arslan, Osman Akın, Hasan Akbaba, Denîz Koç, Volkan Uyar."