ÊLIH – Li Êlihê walîtiyê bi hinceta OHAL û “ewlehiyê” ev du sal bû çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” a ÎHD’ê û xizmên windayan qedexe kiribû. Piştî du salan xizmên windayan li Kolana Gulistanê çalakiya xwe li der xistin û mudaxeleya li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kirin.
Walîtiya Êlihê bi hinceta “OHAL” û “ewlehiyê” ev serê du salan bû çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê û xizmên windayan qedexe kiribû. Ev du sal bû rêveberên ÎHD û xizmên windayan navber dabûn çalakiya xwe. Piştî vê navberê ÎHD û xizmên windayan di hefteya 404’emîn de li ber Peykerê Mafê Mirovan a li serê Kolana Gulistanê li hev kom bûn Û çalakiya xwe li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca û Mehmet Ruştu Tirkyakî, Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Parêzer Devran Yildiz, rêveberên ÎHD, xizmên windayan û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan a bi nivîsa “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li erdê raxistin û wêneyên windayan hildan.
'EM PÊKANÎNA ANTÎ DEMOKRATÎK ŞERMEZAR DIKIN’
Di çalakiyê de ewil Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz axivî û destnîşan kir ku ew piştî du salan carek din li qadan li aqûbeta windayan dipirsin û ew ê tu demê dev ji daxwaza xwe ya bila kiryarbên darizandin bernedin. Yildiz anî ziman ku li dar xistina çalakiya wan a piştî du salan a rastî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn hat xwedî wateyek taybet e û got: “Her hefte Dayikên Şemiyê li qadan aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Îro di vê hefteya girîng de bi pêkanîna antî demokratîk destûr nedan dayik li aqûbetê bipirsin. Em vê pêkanîna antî demokratîk şermezar dikin.”
‘LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E’
Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî jî mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê şermezar kir û got ev mudaxele li dijî mafê mrovan e.
‘BERXWEDANA AŞTIYANE DI HEFTEYA 700’EMÎN DE YE’
Ji rêveberên ÎHD’ê Zekî Tanguner jî daxuyaniya hefteyê xwend û bal kişand ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya ji 27’ê gulana 1995’an ve dest pê kir û 700 hefte li pişt xwe hişt û got çalakî û berxwedana aştiyane ya dayikan di hefteya xwe ya 700’emîn de ye. Tanguner anî ziman ku çalakiya Dayikên Şemiyê ji bo Amed, Batman, Cizîr, Riha îlham e û xwest hemû winda bên dîtin û hemû kiryaran derxin holê û bên cezakirin. Tanguner got ew ê têkoşîna lêpirsîna aqûbetê û edaletê ya li qadan berdewam bikin.
Piştî daxuyaniyê xizmên windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.