Xizmên windayan ji Amedê silav şandin ji Dayikên Şemiyê re

  • rojane
  • 14:34 25 Tebax 2018
  • |
img
AMED – Xizmên windayan ên li Amedê çalakiya hefteya 700’emîn a Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê silav kirin û bi lêdana çepikan mudxeleya li dijî çalakiyê şermezar kirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 498’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu li dar xistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Remziye Tosun, Adnan Selçuk Mizrakli, Semra Guzel, Pero Dundar, Ayşe Acar Başaran, Meral Daniş Beştaş, Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û navçeyan ên Amedê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên saziyên civakî û gellek kes beşdarî çalakiyê bûn. Wêneyên windayan hatin hildan û raxistin. 
 
Di kêliya Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Abdullah Zeytun diaxivî û bal kişand ser mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn, girseyê hemû li çepikan da hem çalakiya Dayikên Şemiyê silav kirin û hem jî mudaxeleyê şermezar kirin. 
 
‘MUDAXELE PARASTINA KIRYARAN E’ 
 
Zeytun diyar kir ku ew bi tundî mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê şermezar dikin û ew ê heta dawiyê li gel dayikan bin û hefteya wan a 700’emîn silav dikin. Zeytun bal kişand ser têkoşîn Dayikên Şemiyê û xizmên windayan û got: “Windakirin polîtîkeyek dewletê ye. Her tim kiryarên bi hezaran mirov revandin û winda kirin, tên parastin. Mudaxeleya li Stenbolê ya li dijî Dayikên Şemiyê jî tê wateya parastina kiryaran.” 
 
‘HÛN JÎ ŞÎRÎKÊ VÎ SÛCÎ NE’
 
Piştî Zeytun, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Dîroka kurd û Kurdistan her tim bi komkujiyan tije ye. Dewleta tirk li çar parçeyan qetlîama xwe dewam dike. Dema komkujiyan dike aqûbeta yên windakirî jî vedişêre. Di tu dîrokê de û li tu deverê tiştek wiha nehatiye dîtin. Têra dilê xwe komkujiayn dikin, paşê jî qala mafê mirovan û demorkasiyê dikin. Ka mafê mirovan û demokrasî li ku ye. Heman desthilatdarî li ser kar e. Êrîşî dayikan dikin. Li şûn ku hûn bersiva dayikan bidin, hûn êrîş dikin. Hûnê hesab bidin heke hûn hesab nedin hûn jî şîrîkî vî karî ne. Em we ji Cizîr, Nisêbîn û Sûrê nas dikin. Çi dibe bila bibe wê rojek hesab bidin. Em li vir soza dûbarekirina piştevaniya têkoşîna li cem dayikan didin.” 
 
ÇÎROKA AHMET ŞEN HAT XWENDIN 
 
Piştî axaftinan Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Hasan Yalçin mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê şermezar kir û dû re çîroka windakirina Ahmet Şen ê di 1994’an de li navçeya Basa ya Şirnexê hat windakirin xwend û behsa lêgerîna malbatê û têkoşîna hiqûqî kir. 
 
Piştî axaftinan xizmên windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
 
 

Sernavên din

28/08/2018
16:28 Parêzerê bersûc: Bersûc Nemêr e
16:11 Çûyîna heyeta HDP’ê ya Pertekê jî hat astengkirin
14:14 Maşîna eskerî qulipî: 2 esker mirin, 7 esker birîndar bûn
13:48 Walî destûr neda Wekîlên HDP'ê beşdarî definkirina Koçer bibin
13:45 Heyeta HDP’ê li Dersimê dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:06 Demirtaş nehat berdan
13:03 HDP’ê bertek nîşanî daxuyaniya Waliyê Tuncelî Sonel da: Ne heddê te ye
12:31 Heyeta HDP'ê ji bo şewata daristanê hat Dersîmê
11:56 Hevserokê DBP'ê yê Sultangazî Îsmail Aktaş girtin
11:55 ‘Yên Dayikên Şemiyê îstîsmar dike dewlet bi xwe ye'
11:11 Li Kadîfekaleyê 3 meh in avê qût dikin
10:39 TEV-DEM'ê encamnameya 3. Kongreyê aşkere kir
10:20 Li Dersîmê herêma şewatê ji hewa de hat bombekirin
10:20 Pekoz: Di şer de jî hiqûqek wiha nîne
10:13 Jinên Amedî: Kirîza aborî bandonek neyînî li ser jiyanê dike
09:10 Ozugurlu: Îtîraza Tirkiye ya li Sûriye tenê kurd in
09:08 Malbata Ocak bersiva Soylû da: Herî zêde di doza Hasan ocak de delîl hene
09:06 Paylan behsa wê kêliyê kir: Em hemû neferên vê têkoşînê ne, em li dor hev bûn xelek
09:05 Apê Koçer, coş û morala girtîgehê bû
09:03 Perwerdekara KÎHEP'ê: Em ê bi perwerdekirinê têbikoşin
09:02 Bûldan bertek nîşanî Soylû da: Ên tên îstismarkirin û xapandin em in
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2018'AN
27/08/2018
23:58 Hunermend Pinar Aydinlar hat berdan
19:46 Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê hevserokên xwe hilbijartin
18:07 Malbatê cenazeyê Koçer Ozdal ji ATK’ê girtin
17:24 Buldan ku parêzerên Ocalan ziyaret kir: Divê zûtirîn tecrîdê rakin
17:23 Piştî 3 salan nasnameya wê aşkere bû
17:10 6 endamên HPG’ê li goristana bêkesan hatin definkirin
16:45 Dayikan bersîv da Soylu: Mehmet Agar jî şîrîkê we ye
16:10 TGS: Divê bi lez çareseriyê ji kriza kaxizê re peyda bikin
15:17 Oluç ê HDP'î: Soylu kesê ku bavê wî yê axa berpirsiyarê windayên salên 90’î ye
14:49 Hevjîna Ozdal: Di mirinê de jî destê wî venekirin
13:59 Cenazeyê Ozdal anîn ATK'ê
13:50 Hevserokên HDP'ê parêzerên Ocalan ziyaret kirin
13:26 Starta mitînga aştiyê hat dayîn
13:15 Heyeta HDP'ê diçe herêma şewatê ya Dersîmê
13:05 Rêxistinên HDP'ê: Em vê êrîşê ji salên 90’î nas dikin
12:34 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo girtiyên jin rûniştin
12:32 Du xwişkên hev rastî îstîsmara cerdevan hatin
12:15 Li Enqereyê şerma mirovahiyê: Dest û piyê Ozdal kelepçekirîbû jiyana xwe ji dest da
11:33 Li Idlibê amadekariyên operasyonê didomin: Şer dê heta Cerablûsê belav bibe
11:15 Li Dersimê şewat belav dibe: Pezkovî ji herêmê direvin
10:03 Girtiyê nexweş Koçer Ozdal jiyana xwe ji dest da
09:45 'Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina Rojhilata Navîn e'
09:45 ‘Şewitandina daristanan ji dema Îtihat û Terakkî ve didome’
09:23 Akademîsyenên karê înşaetê dikin: Baş e me danezana aştiyê îmze kir
09:08 Eren: Divê şerm bikin lê şerm nemaye
09:07 Xizmên windayan: Erdogan wê rojê soz da me, îro polîsan dişîne ser me
09:07 'Em dê bi ruhê hefteya 700’emîn li heman cîhî bin'
09:05 Dogan ê hat îxrackirin: Berdêla krîzê em radizînin
09:05 Warê çand dîrok û gerê: Bajarê qedîm Dara
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2018'AN
26/08/2018
22:18 Ji bo Rojnameger Metîn Duran kampanya îmzeyan
22:11 HDP ji bo mudaxaleya şewata li Dersîmê bike dê heyetê bişîne
21:00 Li Çiyayê Cûdî piştî bombebaranê şewat derket
18:17 Ferhat Tunç: Ji bo vemirandina şewatê bi lez têkevin nava tevgerê
16:33 Tosun: Heta tecrîd neyê şikandin şertên aştiyê pêk nayê
15:11 Ji bo tefandina şewata li Dersimê bang
14:17 Li Amedê gel vexwendin mitînga 1’ê Îlonê
13:35 Hunermend: Hun nikarin têkoşîna dayikan bi tundiyê rawestînin
12:09 Li Dersimê bombebaran: Şewat ji nû ve derket
10:59 Ji bo şîna bavê xwe ji Fransayê hat, medyayê wî ‘rêveber’ nîşan da
10:50 Di 2011’an de dîtin di 2018’an de nedîtin
10:39 Rojnameger Metîn Duran ê astengdar 5 meh in li benda raporê ye
10:09 Masîde Ocak: 700 hefte borîn hêviyên me xelas nebû
09:08 'Bi salan e êdî peyv neman ku ez bêjim, lê têkoşîna min qet bi dawî nebû'
09:08 'Em ê di hefteya 701'emîn de li Galatasarayê bin'
09:07 Esnafên Çarşiya Amûrên Elektronîk: Mirov nikarin nan bikirin, dê çawa amûrên elektronîk bikirin
09:06 'Teqawît jî di bin krîza aborî de man'
09:05 Kiran ê polîs sîxurî lê ferz kir serî li ÎHD'ê da
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2018'AN
25/08/2018
20:00 Kesên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:13 Yên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin tên berdan
17:10 Polîsan milê birîndarê Parka Geziyê Aydogan şikand
16:52 Li Efrînê 3 jin hatin revandin
16:03 Li Qada Galatasarayê herî kên 47 kes hatin binçavkirin
16:01 Xizmên windayan ên li Îzmîrê piştevaniyê dan Dayikên Şemiyê
15:25 Gelek navendan piştgirî dan çalakiya 700'emîn: Emê lêgerina windayan bidomînin
15:00 Piştî qedexeya du salan li Kolana Gulîstanê hatin cem hev
14:50 Cenazeyê Oruç ê li Dîcleyê xeniqî hat dîtin
14:34 Dayikên Şemiyê: Hefteya bê li cihê mayî emê çalakiya xwe bidomînin
14:34 Xizmên windayan ji Amedê silav şandin ji Dayikên Şemiyê re
13:56 Jiyana girtiyê nexweş Koçer Ozdal di xetereyê de ye
13:56 Mirovên Şemiyê tundiya polîsan şermezar kirin: Hesabên hûn bidin me heye
13:40 Buldan: Ez ê li qadê rûnêm
12:07 Dayikên Şemiyê ku Wezîrê Karên Hundir çalakî li wan qedexe kir: Ev qad awêneya we ye
11:28 Di maseya çareseriyê ya Sûriye de Idbil heye!
11:05 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Dayikên Şemiyê kir: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Rusya: DYA, Îngîlîstan û Fransa amadekariya ji nûve lêdana Sûriye dikin
09:54 Koma Qasim Şaşo Nûçegîhanên Çira TV asteng kirin
09:42 Li Girtîgeha Kîlîsê gefa 'Em dê gule berdin te' li girtî xwarin
09:07 ‘Şano bi çewisandinan nayê girtin'
09:01 Saziyên civaka sivîl: Dê krîz bi keştiya ku kedkar tê de bin bê çareserkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2018'AN
08:22 Dayikên Şemiyê îro di hefteya 700'î de kom dibin
24/08/2018
18:07 Leyla Bîrlîk hat berdan
16:26 Ji Pûtîn daxuyaniya Tirkiyeyê
16:12 Hunermendan got: Tu jî were deng bide Dayikên Şemiyê
14:10 NY'ê Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende Cenevreyê
13:46 Lavrov: Li Idlibê bi deh hezaran mîlîtan hene
Çavuşoglu: Li Idlibê çareseriya leşkerî dê felaketê bîne