STENBOL - Wezîrê Karên Hundir 700'emin çalakiya Dayikên Şemiyê deqedexe kir û li ser vê yekê polîsan mudaxaleyî dayikan kir. Polîsan di mudaxaleyê de 11 kesên ku xwestin tev li çalakiyê bibin binçav kirin. Keça Fehmî Tosun Besna Tosun, bertek nîşanî mudaxaleya polîsan da û got: “Em 23 salin tên vê qadê. Ez li bavê xwe digerim. Ev qad ya me ye û awêneya we ye."
Dayikên Şemiyê xwestin di hefteya 700'î de bi girseyî çalakiya xwe ya Şemiyê li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Lê Wezîrê Karên Hundir destûr neda çalakiyê û li ser fermana Wezîr polîsan destûr nedan çalakiyê û mudaxaleyî çalakiya Dayikên Şemiyê kir. Mirovên şemiyê ku li ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û meşiyan Qada Galatasarayê rastî astengî û êrîşa polîsan hatin. Polîsan di mudaxaleya çalakiyê de 11 kes binçavkirin.
‘BIÇIN CIHÊ GIRTÎ!'
Polîsan diyar kirin ku qad ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye qedexekirin û destûr nedan ku dayik û mirovên şemiyê biçin qade. Polîsan got "Ev der Kolana Îstîklalê ye, ne qada kombûnêye. Herin cihê girtî. Hûn li cihê girtî çi dikin bikin."
‘EM 23 SALIN LI VÊ QADÊ NE'
Keça Fehmî Tosun Besna Tosun bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “23 salin em tên vê qadê û aqûbeta windayan dipirsin. Ez li vê qadê li bavê xwe digerim. Ev qada me ye. Awêneya we ye." Xizmekî din ê windayan ji bertek nîşanî polîsan da u got: "Ev qad awêneya we ye. Baş li vê awêneyê binerin. We em kuştin. Niha jî hûn me ji vir dûr dixin."
BI LÊDANÊ BINÇAV KIRIN
Xizmên windayan ên rastî mudaxaleya polîsan hatin, bertekên xwe li Qada İstiklalê jî anîn ziman. Polîsan jî nexwestin xizmên windayan li qadê kom bibin û mudaxale kirin. Polîsan ên mudaxaleyî xizmên windayan kirin gelek kes bi lêdanê binçav kirin. Polîsan bi TOMA pêşiya girsê li Qada Galatasarayê dîsa qut kir û destûr nedan ku têkevin qadê. Koma ku parlamenter jî di navde li ber TOMA milê xwe xistin hev û rawestiyan. Polîsan piştre xaza îsotan avêt ser komê, bi bombeyen gazê, guleyên plastîk mudaxale kir û gelek kes binçav kirin. Polîsan di mudaxaleyê de Maside Ocak, Ali Ocak, Hasan Karakoç, Sebla Arcan, Faruk Eren jî di navde 11 kes bi lêdanê binçav kirin. Polîsan xwestin Besna Tosun û Dayika Hasan Ocak Emine Ocak jî binçav bikin û ew darp kirin. Lê li sek berteka komê polîsan Emine Ocak serbest berdan. Emîne Ocak piştre bertek nîşanî polîsan dan û got: "Hûn çi ji me û zarokên me dixwazin."
EV ZILM E
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu jî bertek nîşanî mudaxaleya polisan da û got: "Ev zilm e."
Piştî mudaxaleyê Xizmên windayan li kafe û dikanên derdorê kom bûn û xwestin dîsa li qada Kolana Îstiklalê kom bibin. Dayikên Şemiyê li gel Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir û Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Alî Şeker xwestin derbasî Qada Galatasarayê bibin. Komên ku li dikan û kafeyên derdorê kom bûn û xwestin dîsa biçin qadê dîsa rastî mudaxaleyapolîsan hatin. Koma ku li Cafeya Hazro Polo kom bûn xwestin dîsa biçin Qada Îstîklalê lê dîsa polîsan bi gazên îsotê mudaxale kirin û kursî û amûrên cafeyê şikandin. Mudaxaleya polîsan didome.
MIRIN HEYE VEGER TUNE
Dayika Murat Yıldız Hanife Yıldız, bertek nîşanî polîsan dan û got: "Êdî bes e. Hûn ji me çi dixwazin. Em dixwazin kujer bên darizandin. Em bimirin jî, ji vê dozê veger tune. Êdî bes e. Hûn çi ji van mirovan dixwazin.
BI FERMANA SULEYMAN SOYLU QAT QEDEXE KIRIN
Pişti çalakî hat qedexekirin, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, li Wezîrê Karên Hundir geriya. Tanrikulu, diyar kir ku çalakî ji aliyê Wezîr Suleyman Soylu bi xwe ve hatiye qedexekirin.
Polîsan piştî mudaxaleyê qada Galatasarayê xistin bin dorpêçê û dorpêça polîsan a li qadê berdewam dike. 12 okobusên polîsan û gelek maşîneyên TOMA li Qada Galatasarayê hatine rawestandin û dorpêça polîsan a li qadê didome.