STENBOL - Polîsan destûr nedan ku Dayikên Şemiyê di hefteya 700'emîn de çalakiya xwe pêk bînin. Polîsan diyar kirin ku Wezareta Karên Hundir çalakî qedexe kiriye û mudaxaleyî endam û rêveberên ÎHD'ê yên ku xwestin têkevin qadê kirin. Polîsan di mudaxaleya rêveberên ÎHD'ê û Dayikên Şemiyê de gelek kes binçavkirin.
Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 700'î de li Qada Galatasarayê kom bûn, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Xizmên windayan ji bo amadekariya hefteya 700'î de li Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê kom bûn. Mirovên Şemiyê qurnefilên Sor xistin destê xwe û tîşortonên li ser "Dayikên Şemiyê" nivîsandine li xwe kirin. Girseya ku li ÎHD'ê kom bûn piştî karbejiyê bi pankart, dowîz û wêneyan meşiyan Qada Galatasarayê. Lê polîsên ku li pêş komê bend ava kirin û dora qadê girtin, destûr nedan ku Mirovên Aştiyê têkevin qadê. Navenda Çanda Yapi Krêdî ya li Qadê jî ji aliyê polîsan ve hat girtin. Destûr nedan ku rojnameger wêneyan bikişînin. Piştre polîsan destûr nedan ku kes têkevin qadê. Polîsan diyar kirin ku Wezareta Karên Dundir çalakî qedexe kiriye û dê destûr nedin. Lê koma di navde Mirovên Şemiyê û ÎHD'ê hene dema xwetin têkevin qadê polîsan mudaxele kir. Polîsan di mudaxaleyê de gelek kes binçavkirin.