NAVENDA NÛÇEYAN - Kama Çekdar a Qasim Şaşo, li Mezargeha Şerfetînê nûçegîhanên Çira TV ku xwest li Mezargeha Şerfedîn pîrozbahiya Cejna Cema ya Êzidiyan bişopîne, asteng kir.
Du rojin li Şengalê li Mezargeha Şerfedîn civaka Êzidî cejna Cema pîroz dikin. Ji her derê Êzidî berê xwe didin mezargehê. Nûçegihanên Çira TV xwest di roja dawî ya cejnê de pîrozbahiyê bişopîne. Lê koma çekdar a Qasim Şeşo beyî ku hincet nîşan bide nûçegîhanên Çira Tv asteng kirin. Koma çekdar diyar kirin ku wan fermanê ji fermandarê xwe Qasim Şeşo girtine û destûr nedan ku Nûçegîhanên Çira Tv derbasî goristanê bibe û pîrozbahiyê bişopînin. Koma çekdar ewil dest danin ser kamereya ekibe, piştî hewldanên ekîbê cardin kamere şunda girtin.
Mezargeha Şerfedîn cihekî pîroz a Êzidiyane. Hersal di 23’ê Tebaxê de Cejna Camayê li Şerfedîn tê pîroz kirin. Ev cejin du rojan didome. Tevahî Êzidî bi taybet jî yên li Êzîdxan serdana mezargehê dikin. Li gorî çavkaniyên herêmê koma çekdar ya Qasim Şeşo ev mezargeha pîroz ya Êzidiyan Şerfedîn xistine bin desthilatiya xwe û veguherîne baregehek leşkerî.