ŞIRNEX – Li Girtîgeha Kîlîsê girtî Mesut Gokhan ku 2 salin bi tenê di hucreya yek kesî de dimîne, ji ber nameyên ku hatine desteserkirin xwest rastî lêdanê hat. Gokhan, bi riya xizmên xwe diyar kir ku gardiyan gefa "Tu terorîst e. Em dê gule berdin te" li wî xwarine.
Girtiyê 2 salin li hucreya yek kesî ya Girtîgeha Kîlîsê dimîne Mesut Gokhan, rastî lêdan û gefan hat. Gokhan, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û zextên li ser wî tê meşandin bi malbatê re parve kir. Gokhan, agahî da birayê xwe Agît Gokhan û anî ziman ku rastî gefên kuştinê tê. Bira Agît Gokhan, diyar kir ku birayê wî di bin gefan de dijî û ji bo vê yekê bi dehan caran serî li Serdozgeriya Komarê dane, lê heta niha tu encam negirtine. Gokhan, anî ziman ku dema yekem car Mesut birin girtîgehê ew di lêgerîna tazî re derbas kirin û ji ber ku Mesut ev yek qebûl nekir rastî lêdanê hat. Agît Gokhan, da zanîn ku birayê wî di hucreya yek kesî de dimîne û rastî gefa kuştinê tê û wiha got: "Her dem cezayê dîsîplînê dide birayê min û wî tecrîd dikin. Ji ber ku birayê min name xwestin, name nedan wî û gef li wî xwarin. Destûr nadin ku birayê min bi girtiyên din re hevdîtin bikin. Gardiyan her dem gefên kuştinê li wî dixwin. Gardiyan her dem ji birayê min re dibêjin 'Tu terorîst e. Em dê gule berdin te' û gefên kuştinê li wî dixwin. Niha nameyan nadin wî."