* Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê, bilêv kirin ku dê krîz bi keştiya ku xizan, kedkar û bindest tev de tê de ne bê çareserkirin.
* Bi KHK'yan saziyên ku di warê şanoya kurdî de dixebitîn û yekeyên şanoyan ên şaredariyan ji aliyê qeyûmên hatin tayînkirin hatin girtin. Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê destnîşan kirin ku tevî hemû çewisandin û astengiyan jî dê şano neyê girtin.
* Dê şaxên ÎHD'ê yên li Enqere, Wan, Amed, Êlih û Edeneyê bi boneya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê daxuyaniyê bidin. (12:00-12:30)
* Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş, dê di hefteya 209'emîn de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (18.00)
* Dê Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 700'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê dê di hefteya 334'emîn de li Qada Galatasarayê "Rûniştina F'yê" li dar bixin û bal bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Koçer Ozdal. (13.30)