STENBOL - Dayikên Şemiyê ku bi dirûşmeya "Winda diyar in faîl li ku ne" 23 sal berê dest bi lêgerîna edaletê û pirsîna aqûbeta windayan kirin, îro di hefteya 700'emîn de kom dibin. Dê gelek hunermend jî piştgiriyê bidin dayikan.
Dayikên Şemiyê 23 salin di bin baran û berfê de, di bin germa û sermayê de li gel hemû astengî û zextan çalakiyên xwe yên ji bo windayan berdewam kirin. Ji 27'ê Gulana 1995'an ve Dayikên Şemiyê tam 700 hefte ye li Qada Galatasarayê li xizmên xwe yên winda digerin. Dayik de îro nîvro li Qada Galatasarayê di hefteya 700'emîn de çalakiyaxwe berdewam bikin. Malbat di çalakiyê de ji dayik heta nevîyan dê aqûbeta 3 nifşan bipirsin. Dayikan banga "Xwedî derketina Dayikên Şemiyê xwedî derketina wîcdan e" kirin û xwestin her kes tev li çalakiyê bibin. Heta niha gelek stran û helbest li ser Dayikên Şemiyê hatin gotin. Hunermend Sezen Aksu, Ceylan Ertem, Ahmet Kaya û gelek hunermendên din li ser çalakiya dayikan helbest nivisandin û kirin stran. Dê îro gelek hunermend, parazvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî tev li çalakiya dayikên şemiyê bibin. Çalakî îro li Qada Galatasaraye saet di 12.00'an de dê li di hefteya 700'an de berdewam bike.