STENBOL – Hunermendan bo çalakiya 700’emîn a Dayikên Şemiyê banga tev li bûnê kirin û gotin: “Ji bo deng bidî qîrîna dayikan tu jî were.”
Hunermendan ji bo çalakiya 700’emîn a Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê ku li aqûbeta windayan dipirsin û dixwazin kiryar bên darizandin banga beşdariya çalakiyê kir.
UZUMCU: PIŞTEVANÎ RÛMET E
Lîstikvan Levent Uzumcu bi bîr xist ku Dayikên Şemiyê 700 hefteye li windayan digerin û got: “Piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê rûmet e.”
LAÇÎN: 700 HEFTE TEMEN DIKE?
Lîstîkvan Berna Laçîn jî bi van gotinan bang kir: “Em dayikan bi tenê nehêlin. Mafê her dayikêh ye ku dizanibe zarokê wê li ku be. 700 hefte çend temen dike ji bo dayikekê? Em bi daxwaza edaletê ya dayikan li gel wan bin.”
DEMÎR: JÎ WERE DENG BIDE
Lîstîkvan Hamît Demîr jî got: “Anîna vê hestê bi ziman û dil nerehet e. 700 hefte ye li meydanekê li zarok, bav, dayik, hogirê xwe digerin. Ji bo agahiyek ji wan bigirin ne zivistan û ne jî havîn nizanin rawestan çi ye. Li benda agahî mayînê… Ev qîrînek bêdeng e. Ji bo tu jî piştevaniyê bidî vê qîrînî ez ê li wir bim. Tu jî were deng bide dengê dayikan.”
DEMÎREL: BIJÎ TÊKOŞÎNA MAFDAR A DAYIKAN
Lîstîkvanek din jî Fusun Demîrel jî destnîşan kir ku 700 hefteye tevî hemû zext, zordarî, dijwarî, tundî, binçavkirin û girtinan dayik li aqûbeta zarokên xwe digerin û got: “Bijî têkoşîna mafdar a dayikan. Heta winda bên dîtin û kiryar derkevin holê em ê li cem dayikan bin.”
TELLÎ: RÛPELA RÛMETA ME NE
Helbestkar Ahmet Tellî jî anî ziman ku dê Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de hevoka xwe ya îtîrazê bêjin û got: “Her hefte li ser navek cuda ew hevok tên sazkirin. Ew hevok ji bo desthilatdaran û serdestan rûpela şermê ye. Ji bo me jî rûpela rûmetê ye. Em di vê têkoşîna rûmetdar de bi Dayikên Şemiyê re bin.”