ÊLIH – Walîtiya Êlihê bi hinceta “ewlehiyê” destûr nade çalakiya xizmên windayan. Xizmên windayan dê sibê bi armanca piştevaniyê bidin Dayikên Şemiyê dîsa dest bi çalakiya xwe bikin. Xizmên windayan wiha bang kir: “Em wêneyên zarokên xwe hildin û biçin Kolana Gulîstanê.”
Dayikên Şemiyê sibê li Qada Galatasarayê di hefteya 700’emîn de tên cem hev. Bi vê wesîleyê xizmên windayan ên li Êlihê ku bi sedema OHAL’ê navber dabûn çalakiya xwe sibê dîsa destpê dikin. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê û xizmên windayan li gel OHAL rabû û walîtiya Êlihê bi hinceta “ewlehiyê” dîsa destûr neda jî dê sibê li ber Peykerê Mafê Mirovan ê li serê Kolana Gulîstanê li hev kom bibin û li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.
'EM Ê LÊGERÎNA XWE DEWAM BIKIN’
Dayika belavkarê Rojnameya Ozgur Ulke Îsmaîl Agaya yê di 29’ê gulana 1994’an de hat binçavkirin û winda kirin Mufîde Agaya diyar kir ku ew ê piştî du salan têkoşîna xwe ya li qadan dewam bikin û got: “Ev du sal e vala nesekinîm. Ez li kurê xwe geriyam. Ez ê dev ji lêgerînê berendim, da ku hinek kesên din winda nebin. Tekane tiştek dixwazin ew jî dîtina kurê min e. Tiştek din ji destê min nayê. Ez ê her rojên Şemiyê li Kolana Gulistanê bim. Her çiqas hêviya dîtina kurê min kêm bûbe jî lê ez ê vê lêgerînê dewam bikim. Heke dewleta Tirkiyeyê mezin be, lazim e kurê min bibîne. Ez ê wêneyê kurê xwe hildim li kolanê têkoşîna xwe bidomînim.”
'EM HILDIN WÊNEYÊN XWE Û BIÇIN KOLANA GULÎSTANÊ’
Dayika Taybet Kayi jî ya 25 sal e li aqûbeta kurê xwe digere anî ziman ku ew naxwazin zarokên tu kesî bên kuştin û wiha got: “Ez ê dîsa ji nû ve li aqûbeta kurê xwe bipirsim. Tirs tiştek nade destê mirov. Divê em xwedî li mirovên xwe derkevin. Em wêneyên zarokên xwe hildin û biçin Kolana Gulîstanê û li zarokên xwe bigerin. Daxwaza min dîtina hestiyên kurê min û hatina aştiyê ye. Ji bilî vê niha nikarim tu daxwazê bikim.”
'HETA DAYIK BIGÎHÎJIN ZAROKÊN XWE’
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Parêzer Devran Yildiz jî destnîşan kir ku derketina wan kolanê ya piştî du salan di warê têkoşînê de girîng e û got: “Êdî em ê her hefte li derve bin. Em ê li kolanê li cem dayika û lêpirsîna aqûbeta li zarokên wan bin. Bi taybetî em ê piştevaniyê bidin Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê hefteya xwe ya 700’emîn tije dikin. Em ê bi dirûşmeya ‘Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin’ li qadê bin. Bi vî awayî heta dayik bigîhîjin zarok û mexseda xwe em ê her hefte li qada bin.”