NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, diyar kir ku dê Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar û Serokê MÎT'ê Hakan Fidan piştî hefteyek şûnde dîsa bên cem hev.
Wezîrê Parastinê Hulusi Akar û Serokê MÎT'ê Hakan Fidan ku hefteya borî roja înê li Moskovayê bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re hevdîtin kiribûn îro dîsa diçin Moskovayê. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtina di navbera Şoygu û Akar de dê rewşa dawî ya Sûriyeyê bigirin dest. Wezîre Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu jî dê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov li Moskova hevdîtin bikin.