DENÎZLÎ – Karkerên kurd û afgan ên li Cefxaneya cerm a navçeya Merkezefendî kar dikin di nava şertên dijwar û bê sîgorta de kar dikin. Karkeran diyar kirin ku ji wan re cejn tune ye.
Li Navçeya Merkezefendî ya Denîzlî, karkerên kurd û afgan ên li herêma Cefxaneya (debexxane) karê çerm dikin, di nava şertên dijwar û bê sîgorta de kar dikin. Karkerên kurd ên karê çerm dikin, rojên 100 TL û karkerên afgan jî heqekî hêj kêmtir distînin. Karkerên ku rojê 14- 16 saetan karê cefkirinê dikin, di nava şertên xerab de kar dikin. Karker bêyî ku lepik têxin destê xwe û botan têxin piyên xwe cem cef dikin. Karkerên ku di nava şertên qirêj de kar dikin di dest û piyên wan de birîn çê dibin. Karker xwarina firavînê jî disa di nava rewşa ne paqij de dixwin. Karkeran anîn ziman ku ji ber di nava şertên dijwar û nepaqij de karê cefkirina çerm dikin dem dem nexweş dikevin û nikarin destûra hefteyê bistînin. Karkeran destnîşan kirin ku wekî koleyan kar dikin.
MUHAMMED: ME DI KARÊN HERÎ ZAHMET DE DIXEBITÎNIN
Karker gelek caran rastî tundî û neheqiya karsazan tên. Karkerên ku çermê sewalan davên ser pişta xwe, li ser pişta xwe dibin li TIR'an bar dikin û ji wir jî dişînin fabrîqeya bajarê Uşakê. 20 karkerên Afgan ku li vir kar dikin jî ji ber ku cihê wan ê razanê tune, di konteynerên di nava cefxaneyê de û bêhna xerab de radizên. Karker li konteynerên ku şûna 4 kesan heye, 13 kes bi cih dibin. Di nava karkeran de zarokên 18 salî jî hene. Bi dehan karkerên kurd û afgan ên temenê wan zarok di nava şert û mercên giran û bi kedek erzantir kar dikin. Karkerê 20 salî yê Afgan Taci Muhammed, diyar kir ku ji bo debara malbata xwe bike 6 meh berê hatiye Tirkiye û wiha got: "Karsaz her dem neheqiyê li me dikin û mafê me binpê dikin. Her dem me wekî ên din dibînin. Dema ez hatim Tirkiye, di destpêkê de min karê înşaetê kir. Piştre min di cefxaneyê de kar kir. 6 rojin min dest bi kar kiriye. 6 rojin kar dikim, lê wekî 60 rojin kar dikim. Karsaz li vir me di nava qirêjiyê de didin xebitandin û di nava qirêjiyê de xwarinê didin me. Ji ber kîraya xaniyan pir buha ne em nikarin xaniyan kirê bikin. Em neçarin debara malbata xwe bikin. Em li vir erzan û bê sîgorta kar dikin. Em heta serê sibê saet 04.00’an kar dikin û destê me tev bûye birîn. Karê herî giran em dikin. Em çermê dewaran didin ser pişta xwe û li kamyon û TIR'an bar dikin. Li Tirkiye kedxwarî pir zêde ye."
LAŞÊ ME BIRÎN DIBE
Karkerê 34 salî Yahya Er jî diyar kir ku di salên 90’î de piştî xaniyê wan hatin şewitandin ji Sêrtê koçî Denîzliyê kirin û niha neçarin vî karî bikin. Er anî ziman ku di nava xwîna dewaran û xwê de kar dikin û ji ber xwê, cef û şertên qirêj laş û cermê wan tev birîn dibe. Er, da zanîn ku dema diçe malê ji ber bêhna xwîn, cerm û cefê nikare li nava zarokên xwe rûnê û ji ber bêhnê kes nêzî wan nabe. Er, anî ziman ku neçar e her roj cilê xwe biguhere û wiha got: "Herî zêde nenûkên me di êşin. Em di nava xwê de kar dikin. Ji ber xwê nenûkên pî û destê me radibin. Em rojê cejnê jî kar dikin."
MA / Ruken Demîr