* Çêkirina bastêqa hejîrên ku zivistanê tê çêkirin, bi çêbûna hejîran dest pê kir.
* Karkerên kurd û afgan ên li Cefxaneya cerm a navçeya Merkezefendî kar dikin di nava şertên dijwar û bê sîgorta de kar dikin. Karkeran diyar kirin ku ji wan re cejn tune ye.
* Dayikên Şemiyê di 25'ê Tebaxê de li Qada Galatasarayê dê çalakiya 700'emîn pêk bînin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bang li her kesî kir ku tev li Dayikên Şemiyê bibin û got: "Qîrîna dayikan qirîna me hemûyan e."
* Dildarê Xwezayê Haydar Çetînkaya, şewata li Dersimê nirxand û bilêv kir ku qadeke hezar û 500 hektar şewitiye û bûye xwelî. Wênegirê Xwezaya Dersimê Îsmaîl Ateş jî wêneyên şewata daristanan kişand û got ew ê ragihîne raya cîhanê.
* Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, da zanîn ku biryara nepeniyê ya li ser dosyeya Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî ku li Pirsûsê ji aliyê xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên wî ve hatin kuştin nehatiye rakirin û dozgerê dosyeyê hatiye guherandin.
* Baroya Amedê ji bo Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bibîr bînin û kujer bên dîtin û darizandin dê çalakiya xwe li ber Edliyeya Amedê berdewam bikin. (13.30)