STENBOL - Kedkarên cemaweriyê, ji bo hevalên wan ên li Qada azadiyê ya Bakirkoyê çalakî pêk anîn û hatin girtin serbest bên berdan, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Kedkaran diyar kirin ku girtina Selvî Polat û Nursel Tanrıverdî li dijî hiqûq û zagonan e.
Kedkarên cemaweriyê ji bo hevlaên wan ên bi KHK'ê ji kar hatin dûrxistin, piştî çalakiya li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê hatin binçavkirin û di 21'ê Tebaxê de hatin girtin, li Şaxa ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Kedkaran ji bo Nursel Tanrıverdî û Selvi Polat bên berdan, daxwazên xwe anîn ziman. Kedkaran li salona ÎHD'ê ya Stenbolê civîn pêk anîn û pankarta “Daxwaza kar û kedê ne sûc e" vekirin. Gelek endam û rêveberên sendîkaya cemawerdiyê amade bûn. Ewil parêz Ferdî Yamar, anî ziman ku heta hilbijartinê tev li çalakiya kedkaran nebûn û piştî hilbijartin bi dawî bûn dîsa mudaxaleyî çalakiyan kirin. Yamar, anî ziman ku girtina Polat û Tanriverdî li dijî hiqûqê ye û tu sûcê wan ê bê girtin tune ye. Yamar, da zanîn ku kedkaran 200 metre nêzî qadê nakin û qad li kedkaran qedexe kirine û wiha got: "Ev qedexe li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku mafê xwe yê bêdengiyê parastin hatin girtin. Ji bo muwekilên min bigirin pir xebitîn. Muwekilê me rastî muemeleya xerab hat. Hekîm dibêje em berdin dê biçin. Hiqûq nikare şiroveyek wisa bike. Ev biryarek polîtîk e. Dixwazin tirsandî bikin. Em vê biryarê qebûl nakin."
‘AKP'Ê MAFÊ QANÛNÊ JI HOLÊ RAKIRIYE'
Serokê 1'emîn Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buro (BES) ya Stenbolê Dursun Dogan jî daxuyanî da û diyar kir ku AKP bi sedema hewldana darbeyê hemû zagon ji holê rakirne û her tiştî li gorî xwe bi rêve dibe. Dogan, xwest Nursel Tanriverdi û Selvi Polat, bên berdan.