NAVENDA NÛÇEYAN - Çandiniya pembo di nava 15 salan de ji sedî 30 kêm bû û hilberîn 100 hezar ton kêm bû. Tirkiye di nava welatê cîhanê de 4'emîn welatê ku herî zêde pembo serf dike, lê ji ber qîmetê nade çotkarên pembo, çotkar sal bi sal dest ji çandiniyê berdidin.
Pembo ku demekê li Tirkiye wekî zêrê spî dihat zanîn û çavkaniya debara bi hezaran welatiyan bû, îro ji ber ku êdî nayê firotin û qîmeta wî nemaye her ku diçe eleqe nabîne. Pembo ku di jiyanê de ji ta, dezî, qumaş, rûn, êm û gelek berhemên wî sûd tê girtin, ji ber ku erzan e û hikûmet bêtir îthal dike, çotkar dest ji çandiniyê berdidin. Ji ber ku qedera çotkaran ketiye destê bazirganan, êdî çotkar nikarin li gorî heqê kedê bifiroşin û zerar dikin.
Li gorî salên 2017/18'an di nava welatê cîhanê de yên herî zêde pembo çandin û hilberandin, li gorî rêzê Hindistan, Çin, DYA, Pakistan û Brezilya bû. Di serfkirinê de jî di nava welatê cîhanê de Çîn, Hindistan, Pakistan, Tirkiye û Bangladeş bû.
Di cîhanê de herî zêrê de Çîn Çîn pembo serf dike û salê 8,1 milyon ton serf dike. Dîsa piştre Hindistan û Pakistan di rêzên duyemîn û sêyemîn de cih digirin. Tirkiye jî bi 1,5 milyon ton di rêza çaremenîn de cih digire. Lê li gel Tirkiye di welatê 4'emîn ê cîhanê de pembo serf dike jî di qada çandiniyê de ne di rêza cîhanê de ye.
LI TIRKIYE JI SEDÎ 30 KÊM BÛ
Li gorî rapora Endezyarê Çandiniyê Dr. Necdet Oral ku ji bo rojnameya Bîrgunê amade kir, li Tirkiye ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê hilberîn û çandiniya pembo sal bi sal kêm dibe. Li gorî raporê ji ber lêçûna çandiniyê kêm e û firotin erzan e, çotkar nikarin heqê keda xwe û mesrefa xwe bistînin û dest ji çandiniyê berdidin. Li gorî lêkolîn û raporan di sala 2002'an de li Tirkiye 721 hezar û hektar pembo dihat çandin. Lê di sala 2017'an de 502 hezar hektor pembo hat çandin. Yanî ji sedî 30 qada çandiniyê kêm bû û di navbera salên 2002 û 2017'an de 100 ton kêm bû. Di sala 2002'an de 988 hezar ton, di sala 2017'an de jî 882 hezar ton hat hilberîn. Ji sedî 11 rêjeya hilberînê kêm bû.
Li gorî qeyd û belgeyan di navbera salên 2004-2015'an de ji 120 hezar çotkarî daket 45 hezar çotkarî û bi giştî 75 hezar çotkar kêm bûn.
Li gorî lêkolînê çandiniya bempo li herêma Ege û Çukurova kêm bû û li herêma Başûrê Rojhilat zêde bûye. Di nava 20 salên dawî de li Herêma Başûrê Rojhilat ji sedî 43 çandiniya pembo zêde bû, lê li herêma Ege ji sedî 57, li Çukurova ji sedî 67, li Antalya jî jî sedî 81 çandinî kêm bû.