BÛRSA - Karkerê înşaetê Tahsîn Bilmez ê 39 salî ku li Bûrsayê kar dikir, ji qatê 7'an ê înşaetê ket xwar û jiyana xwe ji dest da.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG-M), li ser hesabê medya civakî agahî da û diyar kir ku karkerê înşaetê yê 39 salî Tahsin Bilmez ku ji Agiriyê bû, li Navçeya Yildirim a Bûrsayê dema di înşaetê de kar dikir, ji qatê 7'an ket û jiyana xwe ji dest da. ÎSÎG'ê da zanîn ku bûyer di 6'ê Tebaxê de pêk hatiye.