AMED - Şikeftên Hasûnî yên navçeya Farqînê ku cih û warên dîrokî ne, ji ber ku nayên parastin bûye warê gencînegeran û her der tê kolankirin û wêrankirin.
Şikeftên Hasûnî yên dirokî ku li navçeya Farqînê ne, ji ber nayên parastin bûye warê gencînegeran û her der tê kolandin û talankirin. Şikeftên ku bermahî û berhemên dîrokî yên Beriya Zayine (B.Z.) zêdetirî hezar salî dête mane, û yek ji cihê herî dirokî yê herêmê ye, talan û wêran dibe. Ji ber ku nayê parastin û tedbîr nayên girtin gencîneger Şikeftên Hasûnî tev talan û weran dibin. Şikeftên ku 7 kilometre dûrî bajar in û li ser rêya Pira Malabadî li kontarê çiyayên Albatê ne li ser girê herî bilind ê Farqînê hatiye avakirin. Şikeftên Hasunî yên ji 300 odeyan pêk tê, wekî bihişta şikeftan tê zanîn û nasîn. Li gorî lêkolînên di demên borî de li Şikeftên Hasunî hatin kirin, berhemên Beriya Zayînê (M.Z.) hezar sal berê û Piştî Zayinê (P.Z.) Sedsala 13'emîn hatin dîtin. Şikeftên Hasûnî yek ji cihê ku berhemên serdema Mezolitikê aniye heta îro. Li van şikeftan depoyên avê, hemam, pêpelokê kevir, rêyên bi kevir hatine pêçan, dêra kevir û salona şano nîşan dide ku vir xwedî çandek çawa ye.
GENCÎNEGERAN TALAN KIRIYE
Şikefta Hasûnî ku her sal di demsala baharê de dibe warê ziyaretvanan ji ber ku nayê parastin bûye warê gencînegaran. Gencînegerên ku bê destûr diçin lêkolîn dikin her der kolane û talan û wêran kirine.