ŞIRNEX – Li Şirnexê 2 jê zarok 4 şivanên koçer ên ku sewalên xwe diçêrandin, bi hinceta ketine herêma qedexe hatin binçavkirin û hatin girtin.
Li Zozanên Behra Hinçê yê Şirnexê 2 jê zarok 4 şivanên koçer ku pezê xwe diçêrandin, bi sedema ku ketine herêma qedexe hatin binçavkirin. Şivan Osman Gungen, Reşit Gungen û zarokên 16 salî Î.G. û M.G. yên pezê xwe diçêrandin piştî hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê. Piştî îfadeya wan li vir hatin girtin sewqî dadgehê kirin. Dozger bi îdîaya "Alîkarî daye rêxistinê" sewqî Dadgeha Ceza ya Suhê ya Nobedar kirin. Heyeta dadgehê jî bi heman sedemê 4 şivanên koçer girtin û şandin girtîgehê. 4 şivanên koçer ên hatin girtin şandin Girtîgeha Tipa T a Şirnexê. Hat diyar kirin ku Osman Gungen nexweş bû û her me ji êşa serê xwe bi gazinc bû.