DERSÎM - Hunermend Ferhat Tûnç ê li dijî şewata li Dersîmê têdikoşe, diyar kir ku hikumet û parlamenterê CHP'yî Gursel Erol derewan li raya giştî dikin.
Hunermend Ferhat Tûnç, der barê şewatên li herêma Dersîmê didome daxuyanî da û bi bîr xist ku şewata li gundikê Balî û gundê Muşkirekê 5 roj in didome. Tunç, anî zima nku piştî destwerdana doh şewata li qadeke girîng hate vemirandin û wiha got: "Li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin ku bi amûrên çandiniyê dest li şewateke wiha mezin tê werdan. Dewlet bêguman dikare bi derfetên xwe di demeke zûtir de vê şewatê vemirîne. Lê heta niha hemû bangên me bê bersîv mane.
Tûnç, destnîşan kir ku şewitandina daristanan encama polîtîkaya 'ewlekariyê' ye û wiha axivî: "Polîtîkayên ewlekarîparêz bêhn li vî bajarî çikandine. Daxuyaniyên ku rayedar didin dûrî ji rastiyê ye. Ya ku raya giştî dixapîne, wêne û dîmenên li ser medya civakî nînin. Ya ku raya giştî dixapîne daxuyaniyên Walîtiya Tûncelî û Serokatiya AKP'ê ya Bajêr e."
Tunç, bertek nişanî daxuyaniya Wekîlê CHP'ê Gursel Erol a ji bo şewata daristanên Dersimê gotibû “Rewşek ciddî tune ye" da û wiha got: "Waliyê Dersimê der barê şewata Dersîme de gel şaş agahdar dike. Ev yek têr nake niha em dibînin ku Wekilê CHP'e yê Xerpetê Gursel Erol jî bi hawara Walî diçe. Wekîl Gursel Erol, piştî ku şewata Xozatê hat kontrolkirin 5 deqîqeyan hat û çû. Piştre got "Rewşek cîddî tune ye." Ev nayê qebûlkirin. Wekîlê CHP'ê Gursel Erol bûye berdevkê AKP'ê yê Dersîmê."