NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber S400 û F-35 rageşiya di navbera Enqere, Washington û NATO de her ku diçe zêde dibe. Tirkiye di sala 2017'an de bi peymanekê fuzeyên S400 ku malê Rûse ji Rûsya kiribû û lê teslîm negirtibû. Îxracatkarê Çekên Dewletê yê Rûsyayê Rosoboronexport, diyar kir ku dê pergala parastinê ya S400'an di sala 2019’an de teslîmî Tirkiye bikin.
Rageşiya di navbera Enqere û Washington a ji ber çekan pêş ketiye her ku diçe zêde dibe. Tirkiye di kanûna 2017'an de li ser peymanekê 4 fuzeyên malê Rûs ê S400 kirîbû. Wezîrê Parastinê yê Tirkiye Nûrettîn Canîklî, di serdema Serokê Şîrketa Rosteh a Sanayiya parastina Rûs Sergey Çemezov de piştrast kiribû ku Tirkiye bi buhayê 2.5 milyar dolar ji Rûsyayê 4 fuzeyên S400 kirîne. Îxracatkarê Çekên Dewletê yê Rûsyayê Rosoboronexport, diyar kir ku dê pergala parastinê ya S400'an di sala 2019’an de teslîmî Tirkiye bikin. Ger ku Tirkiye van fuzeyan teslîm bigire dê biye yekem welatê NATO ku S400 bikar tîne. Ji ber ku ev pergala fuzeyên S400 dikarin pergala fuzeyên welatên rojava îmha bike dibe sedem ku di navbera Tirkiye û NATO de rageşî zêde bibe. Endamên NATO bi sedema ku ev pergla S400 ne li gorî pergala çekên NATO ne li dijî Tirkiye derketibûn.
TIRKIYE DI 2017'AN DE BI 1.54 MÎLYAR DOLARÎ ÎTHALAT KIR
Li gorî rapora Komeleya Îthalatkarê Sanayiya Hewayî û Parastinê (SASAD), Tirkiye di sala 2017'an de di sanayiya parastinê de bi giştî 1.54 milyar dolar îthalat kir. Îthalata hatiye kirin ji sedî 35 ji DYA'yê hat kirîn. Li gorî daneyên Estîtuya Lêkolîna Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê ya 2017'an, Tirkiye di nava welatê cîhanê de 6'emîn welatê ku çek ji derve stendiye. Li gorî daneyan Tirkiye heri zêde çek ji DYA stendine.