ENDENE - Halît Şaşmaz, diyar kir ku dibin çavan de li odeya hevdîtina parêzaran 6 kesên xwe weke “Endamê îstîxbaratê dan nasîn” ajantî ferzî wî kirin û got: “Nezaretxane, veguheriya navenda ajankirinê.”
Ciwanên li Edeneyê bi îdîaya “Dê çalakî pêk bînin” di 14’ê Tebaxê de hatin binçakirin, îdîakirin ku dibin çavan de “ajantî” ferzî wan hatiye kirin. Halît Şaşmaz ê hat binçavkirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê kirin û cezayê “Hepsa malê” dan wî, diyar kir ku dibin çavan de 6 kesên xwe weke “Endamên îstîxbaratê nîşan dan” ajantî ferzî wî kirin. Şaşmaz, anî ziman ku gelek ciwanên dibin çavan de, mîna wî “ajantî” ferzî wan tên kirin.
'BI ME RE BIBIN ALÎKAR, EM JÎ WE BIDIN JIYÎN’
Şaşmaz, da zanîn ku piştî hat binçavkirin ew birin Midûriyeta Polîsan û wiha axivî: “2 saet şûn de polîsan hatin ji min re gotin ‘Îmzeyeke te heye’ û ez birim odeya hevdîtina parêzeran. 6 kesên dibin navê ‘endamê îstîxbaratêne’ ketin odeyê û xwestin bi min re sohbetê bikin. Di destên wan de dosye hebûn. Ji min re gotin ‘Em te pir baş nas dikin. Ev du salin em te dişopînin. Me bi polîsan re neke yeke. Em îstîxbaratin. Mêze bike ev dosye dê ciwantiya te birizînin. Were gel dewletê cih bigire. Dewlet dê alîkariyê bide te. Emê pere bidin te û hemû pêdiviyên te pêşwazî bikin. Emê mal û wesayetê bidin te. Qebûl bike, em jî van dosyeyan biçîrîn û bavêjin. Em bihev re derkevin jor û yên di bîlgîseyaran de jî jê bibin. Hêza me heye ku em vê bikin. Em dewletin. Navan bide me. Xwe bigihîne wan. Ger tu bi wan re nagerî, êdî bi wan re jî bigere. Dewlet dixwaze kesên dijberê xwe ceza bike. Li taxan pêdiviya me bi kesên mîna te hene. Hikûmeta heyî bi dewletê re dikin yek. Lê ev ne wihaye. Were alîkariyê bide me. Em jî te bidin jiyîn.”
‘NEXWE DÊ CIWANTIYA TE BIRIZE’
Şaşmaz, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ji ber ku min ev ferzkirin qebûl nekirin, kesekê dinava wan de xwe bi ser min de aciz kir û derket derve. Yen man jî gotin ‘Me ne ewiqîne. Bi me re lîstikê nelîze. Mêze bike ger tu qebûl nekî dê ciwantiya te birize. Tu yê bikevî girtîgehê. Xwedê neke dê tiştek were serê te. Dê lingê te bişemite. Tu mirovek başî. Were qebûl bike. Nexweş tuyê bi van dosyeyan re birizî. Malbata te jî gunehe. Pêdiviya dewletê bi ciwanên mîna te heye. Ger tu qebûl nekî, tu yê birizî.’”
‘BÛYE NAVENDA AJANKIRINÊ’
Şaşmaz, destnîşan kir ku hevalekê wî yê din jî, mîna wî rastî van ferzkirinan hat û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser vê yekê me gazî polîsên TEM’ê kir û me ji wan re got ‘Êdî em dernakevin îmzeyê. Ger ev ferzkirin li ser me bidomîn, emê pirsgirêkan derbixin.’ Polîsan jî ji me re gotin ‘Tu eleqeya me bi vê bûyerê re tuneye. Em tiştek ji we nekiriye û pirsgirêkan jî dernexin.’ Piştî vê êdî em bêzar nekirin. Hemû kesên tên binçavkirin rastî van ferzkirên îstîxbaratê tên. Ji ber ku mirov ditirsin, tiştekê jî nakin. Resmen ew der kirine navenda ajan kirinê. Ez ji wan natirsim û ferzkirinên wiha jî tu carî qebûl nakim.”
MA / Hamdullah Kesen