Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan

  • rojane
  • 09:23 21 Cotmeh 2017
  • |
img

STENBOL – Ji ber ku Dadweriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdanên ji bo hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hinceta OHAL’ê red dike, parêzerên Buroya Huqûqê ya Asrinê ji bo “xerakirina biryarê” serlêdan pêk anîn. Parêzer Rezan Sarica wiha got: “Ji bo rakirina vê biryarê çi bivê divê Wezareta Dadê bike.”

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamili Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, ji bo “Xerakirina biryarê” serî li Wezareta Dadê dan. Yek ji parêzera Buroya Huqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, diyar kir ku wan vê rêbaza ku riyeke qanûnî ya awarte ye bi kar aniye. Sarica, got ku wan di 6’ê Cotmehê de ji bo “xerakirina biryarê” bi riya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Wezareta Dadê daye. 
 
Sarica, diyar kir ku sedema sereke ya vê serlêdanê “tecrîda mutleq” a li Îmraliyê û ji bo jiholêrakirina ecêbmayiya huqûqî ya ku vê tecrîdê girantir dike. Sarica got ku ev serlêdan serlêdaneke awarte ye û wiha got: “Serlêdanên me û malbatan tim ji aliyê Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê ve tên redkirin. Jixwe li hemberî wê biryarê me pêvajoya îtirazê temam kiribû û li ser navê muwekîlê xwe me serî li Dadgeha Makeqanûnê dabû. Lê belê tespîtkirina binpêkirina mafên muwekîlên me rewşeke ku girêdayî Dadgeha Makeqanûnê ye. Ne diyar e ku dê vê yekê kengî bike. Ji ber ku nediyar e, em mecbûr man me serî li vê riya qanûnî ya awarte da.” Sarica, anî ziman ku biryarên ku Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê dide ne li gor huqûqê ne. 
 
Sarica, anî ziman ku ew dixwazin biryara ku Dadweriya Bûrsayê dide xuyangtir bikin. Sarica wiha domand: “A rast me xwest em Wezareta Dadê agahdar bikin.” Sarica, got ku lê belê ew wisa difikirin ku hayê Wezareta Dadê ji vê rewşê heye, çimkî ne mukun e ku hayê wezaretê ji pergala Îmraliyê, şert û mercên tecrîdê tune be. Sarica wiha got: “Lê belê bi awayekî fermî serlêdana riya qanûnî ya awarte tiştekî girîng e. Wê Wezareta Dadê mecbûr bimîne ku ber bi pêvajoya biryarê ve biçe. Erênî an jî neyînî lê em ê pêvajoyeke wisa bibînin.” 
 
‘BIRYAREKE DEMA WÊ NEDIYAR’ 
 
Sarica, balê kişand ser birayara ku ev saleke Dadweriya Bûrsayê dide û wiha got: “Piştî vê sepandinê ne malbat, ne parêzer hevdîtin çê nekirin, ne name, ne faks tu tiştek nayên şandin. Em name û faksan dişînin, lê belê em nizanin ka gihaştine yan na. Çimkî tu bersiv nayên dayîn.” Sarica, dest nîşan kir ku tu hêleke huqûqî ya biryara Dadweriya Înfazê ya 1’emîn tune ye û biryara ku dide biryareke dema wê nediyar e. 
 
Sarica, dest nîşan kir ku wan di vê pêvajoyê de mafê xwe yê îtirazê bi kar aniye, lê belê dadgehên cezayê giran hemû îtirazên wan nenirxandine. Sarica, got ku piştî biryara dadweriya înfazê KHK’ya Jimare 667’an hat derxistin û bi vê biryanameyê hin pêvajoyên lêpirsîn-şopandinê hatine sînrodarkirin. Sarica wiha got: “Yanî hat gotin ku biryarên dadwerya înafzê rast in û ji ber vê îtrazên me hatin redkirin.” Sarica diyar kir ku bi vî awayî rêgeza qanûna sûc û cezayê hatiye îhlalkirin û ewlehiya huqûqî ji holê hatiye rakirin. 
 
‘WEZARETA DADÊ DIKARE BIRYARÊ RABIKE’ 
 
Sarica, dest nîşan kir ku divê ev ecêbmayiya huqûqî ji holê bê rakirin û wiha axivî: “Divê ev yek demildest ji holê bê rakirin. Wezareta Dadê bi vê riya qanûnî ya awarte dikare vê biryarê ji holê rabike û dikare dawî li şert û mercên tecrîda giran a li Îmraliyê bîne.” 
 
‘OHAL’A HERÎ GIRAN LI ÎMRALIYÊ YE’ 
 
Sarica, got ku 14 meh in ew tu agahiyê ji muwekîlên xwe yên di Girtîgeha Îmraliyê de ne wernagirin û ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê tenê ji vê girtîgehê agahî nayên wergirtin. Heta niha mînakeke wiha nehatiye dîtin.”Sarica dest nîşan kir ku OHAL’a herî giran li Îmraliyê xwe dide der û tê sepandin. 
 
‘EM Ê SERÎ LI MERCIYÊN DIN JÎ BIDIN’ 
 
Sarica, anî ziman ku ji bo ev biryar bê rakirin, divê çi hewce be Wezareta Dadê bike û wiha got: “Divê serî li nêrîna Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bide, bişîne daîreya cezayê ya têkildarî Dadgeha Bilind û vê biryarê rabike. Me vê biryara ku salek berê hat dayîn bir Dadgeha Makeqanûnê. Heke Dadgeha Makeqanûnê biryarek erênî nede, em ê serî li merciyên daraza navnetewî bidin.” 
 
 
Her wiha Sarica balê kişand ser nûçeyên der barê daxuyaniyên dozgeriyê de û wiha got: “Serlêdanên me tên redkirin. Muwekîlên me yên li Îmraliyê di bin berpirsiyariya Îdareya Girtîgeha Îmraliyê, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê de ne. Heke di warê tenduristiya muwekîlên me de tiştek xwe bide der hemû berpirsiyarî ya hikûmetê ye, ya Wezareta Dadê û merciyên darazê yên têkildar in. Divê demildest berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, divê pêwendiya wan a bi parêzer û malbatan re bê danîn.” 
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne