Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan 2017-10-21 09:23:05 STENBOL – Ji ber ku Dadweriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdanên ji bo hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hinceta OHAL’ê red dike, parêzerên Buroya Huqûqê ya Asrinê ji bo “xerakirina biryarê” serlêdan pêk anîn. Parêzer Rezan Sarica wiha got: “Ji bo rakirina vê biryarê çi bivê divê Wezareta Dadê bike.” Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamili Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, ji bo “Xerakirina biryarê” serî li Wezareta Dadê dan. Yek ji parêzera Buroya Huqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, diyar kir ku wan vê rêbaza ku riyeke qanûnî ya awarte ye bi kar aniye. Sarica, got ku wan di 6’ê Cotmehê de ji bo “xerakirina biryarê” bi riya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Wezareta Dadê daye.    Sarica, diyar kir ku sedema sereke ya vê serlêdanê “tecrîda mutleq” a li Îmraliyê û ji bo jiholêrakirina ecêbmayiya huqûqî ya ku vê tecrîdê girantir dike. Sarica got ku ev serlêdan serlêdaneke awarte ye û wiha got: “Serlêdanên me û malbatan tim ji aliyê Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê ve tên redkirin. Jixwe li hemberî wê biryarê me pêvajoya îtirazê temam kiribû û li ser navê muwekîlê xwe me serî li Dadgeha Makeqanûnê dabû. Lê belê tespîtkirina binpêkirina mafên muwekîlên me rewşeke ku girêdayî Dadgeha Makeqanûnê ye. Ne diyar e ku dê vê yekê kengî bike. Ji ber ku nediyar e, em mecbûr man me serî li vê riya qanûnî ya awarte da.” Sarica, anî ziman ku biryarên ku Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê dide ne li gor huqûqê ne.    Sarica, anî ziman ku ew dixwazin biryara ku Dadweriya Bûrsayê dide xuyangtir bikin. Sarica wiha domand: “A rast me xwest em Wezareta Dadê agahdar bikin.” Sarica, got ku lê belê ew wisa difikirin ku hayê Wezareta Dadê ji vê rewşê heye, çimkî ne mukun e ku hayê wezaretê ji pergala Îmraliyê, şert û mercên tecrîdê tune be. Sarica wiha got: “Lê belê bi awayekî fermî serlêdana riya qanûnî ya awarte tiştekî girîng e. Wê Wezareta Dadê mecbûr bimîne ku ber bi pêvajoya biryarê ve biçe. Erênî an jî neyînî lê em ê pêvajoyeke wisa bibînin.”    ‘BIRYAREKE DEMA WÊ NEDIYAR’    Sarica, balê kişand ser birayara ku ev saleke Dadweriya Bûrsayê dide û wiha got: “Piştî vê sepandinê ne malbat, ne parêzer hevdîtin çê nekirin, ne name, ne faks tu tiştek nayên şandin. Em name û faksan dişînin, lê belê em nizanin ka gihaştine yan na. Çimkî tu bersiv nayên dayîn.” Sarica, dest nîşan kir ku tu hêleke huqûqî ya biryara Dadweriya Înfazê ya 1’emîn tune ye û biryara ku dide biryareke dema wê nediyar e.    Sarica, dest nîşan kir ku wan di vê pêvajoyê de mafê xwe yê îtirazê bi kar aniye, lê belê dadgehên cezayê giran hemû îtirazên wan nenirxandine. Sarica, got ku piştî biryara dadweriya înfazê KHK’ya Jimare 667’an hat derxistin û bi vê biryanameyê hin pêvajoyên lêpirsîn-şopandinê hatine sînrodarkirin. Sarica wiha got: “Yanî hat gotin ku biryarên dadwerya înafzê rast in û ji ber vê îtrazên me hatin redkirin.” Sarica diyar kir ku bi vî awayî rêgeza qanûna sûc û cezayê hatiye îhlalkirin û ewlehiya huqûqî ji holê hatiye rakirin.    ‘WEZARETA DADÊ DIKARE BIRYARÊ RABIKE’    Sarica, dest nîşan kir ku divê ev ecêbmayiya huqûqî ji holê bê rakirin û wiha axivî: “Divê ev yek demildest ji holê bê rakirin. Wezareta Dadê bi vê riya qanûnî ya awarte dikare vê biryarê ji holê rabike û dikare dawî li şert û mercên tecrîda giran a li Îmraliyê bîne.”    ‘OHAL’A HERÎ GIRAN LI ÎMRALIYÊ YE’    Sarica, got ku 14 meh in ew tu agahiyê ji muwekîlên xwe yên di Girtîgeha Îmraliyê de ne wernagirin û ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê tenê ji vê girtîgehê agahî nayên wergirtin. Heta niha mînakeke wiha nehatiye dîtin.”Sarica dest nîşan kir ku OHAL’a herî giran li Îmraliyê xwe dide der û tê sepandin.    ‘EM Ê SERÎ LI MERCIYÊN DIN JÎ BIDIN’    Sarica, anî ziman ku ji bo ev biryar bê rakirin, divê çi hewce be Wezareta Dadê bike û wiha got: “Divê serî li nêrîna Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bide, bişîne daîreya cezayê ya têkildarî Dadgeha Bilind û vê biryarê rabike. Me vê biryara ku salek berê hat dayîn bir Dadgeha Makeqanûnê. Heke Dadgeha Makeqanûnê biryarek erênî nede, em ê serî li merciyên daraza navnetewî bidin.”      Her wiha Sarica balê kişand ser nûçeyên der barê daxuyaniyên dozgeriyê de û wiha got: “Serlêdanên me tên redkirin. Muwekîlên me yên li Îmraliyê di bin berpirsiyariya Îdareya Girtîgeha Îmraliyê, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê de ne. Heke di warê tenduristiya muwekîlên me de tiştek xwe bide der hemû berpirsiyarî ya hikûmetê ye, ya Wezareta Dadê û merciyên darazê yên têkildar in. Divê demildest berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, divê pêwendiya wan a bi parêzer û malbatan re bê danîn.”    MA / Sadiye Eser