MANÎSA - Karkerên demsalî yên piştî qedexeya kolanan a li Nisêbînê, ji bo debarê hatin Navçeya Salîhli ya Manîsayê û karên ziviyan dikin, di nava şert û mercên xerab û giran de kar dikin. Herî zêde jin zor û zahmetiyê dijîn û barê giran li ser pişta jinan e. Karker herî zêde ji ber tunebûna avê zahmetiyê dijîn.
Karkerên demsalî yên piştî qedexeya derketina kolanan a Nisêbînê xaniyên wan xera bûn û ji bo debarê hatin li Navçeya Salîhli ya nisêbînê karê zeviyan dikin, di nava şert û mercên giran de dixebitin. Karkerên demsalî yên li Navçeya Salihlî di nava rezan de tirî û firengiyan kom dikin rojê 12 saetan dixebitin. Piraniya karkeran ji Navçeya Nisêbînê ya Mêrdîne hatine li vir kar dikin. Karkerên li nava zeviyan dixebitin, bi derfetên xwe çadir vekirine û di nava şertên giran de dixebitin. Karkerên zeviyan ji av, ceyran û gelek pêdiviyên jiyanî bêpar dijîn. Herî zêde jin zor û zahmetiyan dijîn. Tevî hemû barê giran jin barê malê didin ser milê xwe û di ber xwe didin.
BAR LI SER PIŞTA JINAN E
Karkera 21 salî Newroz Demir, ku ji Nisêbînê hatiye Salîhlî û di nava zeviyan de kar dike, bal kişand ser zahmetiyên kar û serpêhatiyên xwe: "Piştî qedexe hatin îlankirin hemû xaniyên me xera kirin. Piştî qedexeyê hemû xaniyên cîran û xizmên me xera kirin. Em bê cih û war man em hatin li vir kar dikin. Li vir kar pir zor û zahmet e. Lê her çendî zor be jî divê em debara xwe bikin û bijîn. Em ji sibê heta êvarê di bin germahiya tavê de kar dikin. Di nava rojê de avê ji mere nînin. Heqê me dereng didin me. Em çiqas rêz bikin zor û zahmetî xelas nabin. Em di şertê mirovan de kar nakin. Ji ber em di şertê xerab de tên vir gelek karker di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Niha me çadirên xwe di nava zeviyan de vekiriye. Em bi qasî 45 kilometre di rêyên xerabe de diçin ser kar. Em di bin talûkeyê de diçin kar. Zor û zahmetiya kar herî zêde li ser pişta jinan e. Hem ji sibê heta êvarî karê zeviyan dikin û hem jî bi şev karê malê dikin. Nan, xwarin çê dikin, firaxan dişon, cila dişon. Sêqat kar dikin. Zarokên ducanî û pidikên wan hebin bêtir zahmetiyê dijîn."
AVA PAQIJ TUNE
Karkera 18 salî Semanur Korkmaz jî anî ziman ku ji temenê biçûk de di nava zeviyan de kar dike û wiha got: "Gelek malbaten li Nisêbînê mexdûr bûn û xaniyên wan xera bûnk hatin vir û li vir karên zeviyan dikin. Hemû malbatên ku min li Nisêbînê nas dikirin xaniyên wan xera bû. Mirov ji bo debara xwe bikin û bijîn neçarin kar bikin. Divê ez biçim lîse, lê nikarim dest ji kar berdim. Em serê sibê saet di 06.00’an de dest bi kar ditkin û êvarî heta saet 14.00’an bê navber kar dikin. Saet di 12.00’ê nivro de pir germ e. Em tî dibin lê av tune ye. Avê ji mere nînin. Dema avê tînin jî av qirêj e û ava paqij tune ye. Av pir germ e. Em dixwazin şert û mercên me bên başkirin. Em hin caran tenê çend saetan radizên. Karê jinan bêtir e û bi şev û roj kar dikin."
KARKERA 14 SALÎ: KAR ZOR E PATRON XERAB IN
Karkera 14 salî F.K, jî diyar kir ku piştî xaniyên wan li Nisêbînê hatin xerakirin li gel xizmên xwe hat û wiha got: "Malbata min ma û ez li gel xizmên xwe hatim. Em neçarin kar bikin û debarê bikin. Kar zor e û patron xerab in. Em nikarin bêhna xwe bidin. Temenê min biçûk e lê ez jî bi qasî yên din kar dikim. Keda me qazî hev e, lê heqê min kêm e."
MA / Ayşe Surme