STENBOL - Çalakiyên Dayikên Şemiyê dikeve hefteya 700’î. 23 sal derbas bû ku li Qada Galatasarayê aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Naxwazin bêyî definkirina hestiyên zarokên xwe bimirin. Lê gelek Dayikên Şemiyê yên Qada Galatasarayê ji ber daxwazên wan pêk nehat, bêyî hestiyên zarokên xwe bibînin û defin bikin koçî dinya din kirin.
Dayikên Şemiyê 23 salin li aqûbeta zarokên xwe dipirsin. 700 hefteye li Qada Galatasarayê zarokên xwe dipirsin û dixwazin bigêjin hestiyên zarokên xwe. Lê tevê himû daxwazan, ji dayikên Şemiyê ku zarokên xwe winda kiribûn Berfo Kirbayir, Fatma Morsumbul, Zeynep Guney, Kiraz Şahin, Cevriye Altunbaş, Meryem Bulut, Fatime Taşkaya, Kesriye Demîr, Makbule Babaoglu, Ziynetî Turkoglu, Fincan Bîlgîn, Koçeri Kurt û gelek dayikên din... bêyî bigêjin hestiyên zarokên xwe û hestiyên zarokên xwe defin bikin jiyana xwe ji dest dan. Van dayikan tevan gotin "Em dixwazin bi destê xwe hestiyên zarokên xwe defin bikin" Lê daxwazên wan bê bersîv hat hiştin. Dayikên Şemiye ku ji dayikên Arjantinî yên di 13'ê Nîsana 1977’an de li Qada Plaza de Mayo çalakî pêk anîbûn ji xwe kirin mînak, di 27'ê Gulana 1995’an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kirin û 700 heftene ji bo windayan bibînin têdikoşin.
Dayiken ku bê navber ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe têkoşiyan emrê wan ter nekir û koçî dinya din kirin. Lê Dayikên din û malbatên din vê tekoşîna wan berdewam dikin û 700 hefte ne li Qada Galatasarayê têdikoşin.
BERFO KIRBAYIR
Berfo Kirbayir ku “Dayîka Berfo” tê naskirin, kurê wê Cemîl Kirbayir piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin. Dayîka Berfo li rexmî temenê xwe yê mezin jî tevlî hemû tekoşînên dayîkên windayan meşandiye bûbû. Berfo Kirbayir ya 105 salî li gel dayîkên windayan bi Serokwezîrê Tirk Erdogan re hevdîtin pêkaniye û gotibû “Tenê daxwazek min heye, ew jî beriya ez bimirim gora kurê xwe bibînim.” Dayîka Berfo ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir ku piştî derbeya 12’ê Îlonê ji male derxistin û careke din nevegerî 33 salan tekoşîn daye meşandin. Dayika Berfo teşhîsa penceşêra mîde danîbûn ser, lê pêvajoya emeliyatê bi berxwedana xwe derbaz kiribû, bes van rojên dawiyê her ku diçû rewşa wê xirab dibû. Dayîka Berfo 33 salên xwe yên dawiyê xistibû rêya dîtina hestiyên kurê xwe de. Heta nefesa dawiyê jî navê kurê wê di devê wê de bû. Li rexmî temenê xwe yê 105 salî jî tevlî Dadgeha 12’ê Îlonê ku qatilê kurê wê Kenan Evren dihat darezandin bibû. Bibû nûnerê edaletê. Bi jiyana xwe bibû nûnerê berxwedanê.
Dayika Berfo di 21'ê sibata 2013'an de emrê wê têr nekir û beyî kurê xwe Cemîl bibîne, di temenê 106 salî de jiyana xwe ji dest da. Li cem Dayika Berfo ji bo Cemil jî gorek hat kolandin û hêj gora kurê Berfo Cemil li benda hestiyê Cemîl in.
FATÎME TAŞKAYA
Yek ji Dayikên Şemiyê ya temenê wê têra dîtina kurê wê Huseyîn Taşkaya nekir jî, Fatîme Taşkaya ye. Taşkaya ji bo kurê xwe yê winda Huseyîn, bi salan li Qada Galatasarayê rûnişt. Taşkaya dema ji bo aqûbeta kurê xwe diçe Muduriyeta Polîsan a Sêwrega Rihayê, jê re wiha tê gotin:"Careke din neyên cem me. Tevî kurên xwe yî din vir terk bikin, an wê ew jî winda bibin." Li ser vê Taşkaya jî wiha dibêje: "Heta ez hestiyên kurê xwe nebînim, naxwazim bimirim." Taşkaya li Qada Galatasarayê wiha bangî Serokwezîrê wê demê Erdogan kiribû:"Kurekî min winda kirin, yê din jî bi operasyona KCK'ê girtin. Ev dewlet doza çi li me dike? Yek windakirin, ma nebes e? Ma sûcê me kurdbûyîna me ye?" Lê belê Fatîme Taşkaya jî, bêyî xwe bigihîne kurê xwe, di 7'ê Cotmeha 2015'an de li Tûzlayê jiyana xwe ji dest da.
KÎRAZ ŞAHÎN
Dayikên Şemiyê Kîraz Şahîn jî, bêyî hay ji aqûbeta hevjînê xwe Îsmaîl Şahîn ê di 1996'an de hat windakirin çê bibe, jiyana xwe ji dest da. Hevjînê Şahîn, li Şaredariya Beyoglûyê karkerê paqijiyê bû û di 18'ê Çileya 1996’an de hat windakirin. Kîraz Şahîn di 2011'an de dema Serokwezîrê wê demê Erdogan bi malbatên xizmên windayan re hevdîtin çê kiribû wiha gotibû: “Hevjînê min karkerê we bû, di dema mesaiyê de winda bû. Daxuyandina aqûbeta Îsmaîl Şahîn berprisiyariya we ye jî." Lê Kîraz Şahîn jî ji ber pençeşêra madeyê di 27'ê Sibata 2015'an de jiyana xwe ji dest da û li gundê Gûbyar ê Almûsa Tokatê hat definkirin.
ŞAHSENEM CÎHAN
Dayika Şemiyê Şahsenem Cîhan jî, bêyî ku darizandina kiryarên kurê xwe Suleyman Cîhan ku di bin çavan de bi îşekenceyê hat qetilkirin bibîne, jiyana xwe ji dest da. Suleyman Cîhan di 29'ê Tîrmeha 1981'ê de ji aliyê Mehmet Agar û ekîba wî ve hat binçavkirin û li Bostanciyê ew birin malekê û ji qata 6'an ve avêtin erdê. Dayika Cîhan, Şahsenem Cîhan jî di 29'ê Gulana 2015'an de ji v dinyayê koç kir û li Goristana Ferîkoyê li cem kurê xwe hat definkirin.
KESRÎYE DEMÎR
Abdûrahhîm Demîr (21), di 17'ê Tebaxa 1995'an di dema OHAL'ê de li Mahsertêya Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û careke din agahî jê nayên wergirtin. Dayika Demîr, Kesriye Demîr jî bêyî ku xwe bigihîne hestiyên kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Dema kurê wê winda dibe, Demîr wêneyê kurê xwe hildigire û diçe qereqolê. Qereqol jê re dibêje "Kesekî wiha nehatiye binçavkirin.” Li ser vê Demîr wiha dipirse:"Çi bû ji kurê min?"
CEVRIYE ALTÛNBAŞ
Cevriye Altûnbaş, dayika Zekî Altûnbaşê ku di dema 12'ê Îlonê de leşker bû û hatbinçavkirin û careke din agahî jê nehatin wergirtin jî, di dema lêgerîna kurê xwe de jiyana xwe ji dest da. Cevriye Altûnbaş ku dixwest gora kurê wê hebe û bes xeyala wê ew bû ku kulîlkan deyne ser gora kurê xwe. Lê bêyî ku xwe bigîhîne Zekiyê xwe di 31'ê Adar 2015'an de li mala xwe yî li Yalovayê jiyana xwe ji dest da. Bavê Zekî Altuntaş Tahsin Altunbaş beyî bigêje cenazeyê kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Xeyalê Cevriye Altunbaş hêj li qada Galatasarayê olan didin.
ZEYNEP GUNEY
Zeynep Guney, dayika Veysel Guney ku yek ji windayên 12'ê Îlonê ye, bêyî ku bi çavên seriya gora kurê xwe bibîne di 13'ê Cotmeha 2012'an de jiyana xwe ji dest da. Guney nameyek ji Qada Galatasarayê re şandibû û ji bo kurê xwe Veysel wiha gotibû:"Min wêneyê wî li çavên xwe çêkirin, navê wî jî li dilê xwe nivîsandiye." Veysel, di 10'ê Hezîrana 1981’an de hat darvekirin û cenaze nadan malbatê.
ZIYNET TURKOGLU
Talat Turkoglû, di 1'ê Nîsana 1996'an de dema ji Edîrneyê ber bi mala xwe yî Stenbolê ve vedigeriya, careke din agahî jê nehatin wergirtin. Dayika wî Ziynet Turkoglû jî bêyî xwe bigihîne hestiyên kurê xwe koç kir. Fîncan Bîlgîn jî yek ji wan Dayikên Şemiyê ye ku, bêyî hay ji aqûbeta kurê xwe Kenan Bîlgîn ku di 1994'an de li Dîkmena Enqereyê li rawestgeheke otobosê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehatin wergirtin, çêbibe jiyana xwe ji dest da. Fîncan Bîlgîn, her bi hêviya, "Tiştek bi Kenan nehatiye, wê rojekê were" dijiya.
ASIYE DOGAN
Seyhan Dogan, di 2-6'ê mijdara 1995'an de li Kerborana Mêrdînê tevî 9 kesan tê binçavkirin û careke din agahî jê nayên wergirtin. Piştî 18 salan şûnde, di dema kolandinan de hestiyên Seyhanê 13 salî tên dîtin. Dayika Asiye û bav Ramazan Dogan ku bi salan li kurê xwe Seyhan geriyan, bi hev re hatin definkirin. Dayik Asiye di sala 2000'an de bav Ramazan jî di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest dan. Piştî malbata Dogan serlêdan kirin, di lêkolîna Bogazê yê Kerboranê di sala 2013'an de hesti hatin dîtin. Di lêkolîna Saziya Tipa Edlî de herket holê ku hestî yên Seyhan Dogan in. Hestiyê Dogan li tenişta gora dayik û bavê wê hatin defin kirin.
FATMA MORSUMBUL
Fatma Morsumbul, dayika Huseyin Morsumbul ku li Çewligê di dema darbeya leşkerî ya 1980’yî de hat binçavkirin û paşê hat windakirin, di 25’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da. Leşker û polîsan piştî darbeya 12’ê Îlonê bi 6 rojan avêtine ser mala Fatma Morsumbul û wê wextê çavê kurê wê yê 18 salî Huseyin Morsumbul girêdidin û binçav dikin. Yek ji çawîşên ku di dema avêtina ser malê de cih digire ji Fatma Morsumbulê re dibêje “Em ê 5 deqîqe şûnde kurê te berdin.” Lê belê dayik Fatma ji wê rojê şûnde êdî kurê xwe nedît. Dayik Fatma hesreta xwe ya ji bo Huseyinê xwe bi van gotina anî bû ziman: “Heke ez hestiyên kurê xwe bibinim ez ê wan deynim ser mile xwe. Çimkî min zaf bêriya bêhna wî kiriye.”
ASIYE KARAKOÇ
Asiye Karakoç, dayika Ridvan Karakoç ku di 3’yê Hezîrana 1995’an de bi îşkenceyê hat kuştin, di 7’ê Kanûna 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Kurê wê Ridvan li Stenbolê di nav xebatên avakirina Navenda Çandê ya Mezopotamyayê de cih girtibû. Dayika Rivan dema kurê wê tê binçavkirin zaf lê digere, lê belê tiştekî bi dest naxe û dewlet binçavkirina Ridvan înkar dike. Lê dema malbata Hasan Ocak ku tê windakirin li kurê xwe digerin, din av dosyeyên Dozgeriya Beykozê de çav li wêneyên Ridvan Karakoç ku dema hatiye îşkencekirin dikevin. Li ser vê derdikeve holê ku Ridvan bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û di 2’yê Gulana 1995’an de bedena wî ya bêgiyan avêtine qadeke daristanî ya Beykozê. Lê belê her çi qas şopa tiliyên Ridvan karakoç li hemû saziyên fermî hebûne, dîsa jî wek kesekî “nasnameya wî meçhûl” bi dizîka li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê tê definkirin. Lê paşê malbat wî ji vê gorê derdixînin û li Goristana Taxa Gaziyê defin dikin. Asiye Karakoç wiha gotibû: “Dîsa yê me siûda me heye, bi tesadufî me gora xwe dît. Bi salan em qîriyan, lê kesî ne em dîtin û ne jî bihîst. Ev dewlet deyndarê me ye. Divê canekî, birayekî, hevrêyekî bide.” Lê bêyî ku edaletê bibîne Asiye Karakoç jî jiyana xwe ji dest da.
HEDIYE COŞKUN
Dayika Hediye Coşkun (80) di 18’ê Gulana 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Li gundê Ûlaşê yê Kerborana Mêrdînê, di sala 1993’an de hevjînê wê hat kuştin. Piştî kuştina hevjînê wê mala wê hat rûxandin. Dema bê mal ma, neçar ma ku tevî zarokên xwe koçî Kerboranê bike. Di sala 1995’an de kurê wê Abdurrahman Coşkunê 21 salî di bin çavan de hat windakirin. Ji bo hestiyên kurê xwe bibîne tam 19 salan têkoşiya. Piştî hestiyên kurê xwe dîtin û bêhn kirin bi 3 salan şûnde jiyana xwe ji dest da. Wesiyeta wê ew bû kul i cem kurê xwe bê definkirin, lê belê dewletê nehişt wesiyeta wê bi cih bê. Gora kurê wê li Nisêbînê bû û dora wê ji aliyê dewletê ve bi telan hatibû dorpêçkirin û ji ber vê malbatê nikaribû dayikê li cem kurê wê defin bike. Hediye Coşkun li Qada Galatasarayê wiha bang kiribû: “Bila êdî aştî çê bibe. Ez giriyame, bila kes negirî.”
MAKBULE BABAOGLU
Makbule Babaoglu, dayika nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu ku di sala 1994’an de li Sêwrega Rihayê hat revandin û kuştin, di 80 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dayik Makbule Babaoglu li Goristana Yenikoy a Amedê hat definkirin. Di çalakiya Dayikên Şemiyê de wiha axivîbû: “Ez ji kesên dewletê bi rê ve dibim dipirsim, ma bêyî ku hûn hetsiyê kurê min bidin min hûn çawa aştiyê pêk bînin? Hûn hestiyên zarokên me ji me vedişêrin, hûn ê çawa aştiyê pêk bînin?”
GUZEL ŞAHÎN
Mirova Şemiyê Guzel Şahin ku digot “Hemû zarokên hatine windakirin ewladên min in” tam 22 salan li Qada Galatasarayê piştevanoya Dayikên Şemiyê kir. Lê belê ji ber xwşnwerivîna mêjî di 20’ê Îlona 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Guzel Şahin ku tim li cem Dayikên Şemiyê bû û ew bi tene nedihiştin, bi kulma xwe ya bilindkirî di bîra miroavn de ye.
HATÎCE OZTURK
Keça Hatice Ozturk Ayten Ozturk di 27'ê Tîrmeha 1992’an de hat binçavkirin û hat windakirin. Li bedena wê ya mirî îşkence hat kirin. Dayika Ayten Ozturk Hatice Ozturk jî piştî lêgerîna mehan cenazeyêkeça xwe Ayten di 8'ê Tebaxa 1992'an de li zeviyek vala ya Xarpêtê dît. Hatice Ozturk beyî ku bibîne kujerên keça wê hatine darizandin, jiyana xwe ji dest da.
MERYEM BULUT
Dayika Mustafa Bulut ê di 13'ê Gulana 1994'an de li Lîceya Amedê hat binçavkirin û windakirin Meryem Bulut, di Komkujiya 10'ê Cotmeha 2015’an a li GAR'a Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Meryem Bulut hem dayika aştiyê û hem jî aktîvîsta aştiyê bû. Her dem li edalet û heq digeriya. Her dem ji bo aştiyê têkoşiya. Her dem tev li çalakiya Şemiyê dibû û beyî kujerê kurê xwe darizîne jiyana xwe ji dest da.
* FÎNCAN BÎLGÎN
Dayika Kenan Bîlgîn ê di 12'ê îlona 1994'an de hat binçavkirin û windakirin Fincan Bilgin bêyî ku heviya xwe winda bike heta dawî têkoşiya. Heta bêhna xwe ya dawî bi heviya ku kurê xwe bibîne jiya û têkoşiya. Fincan Bilgîn jî wekî dayikên din beyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da.
KOÇERÎ KURT
Uzeyir Kurt bavê 7 zarokan bû. Di 24'ê mijdara 1993’an de ji aliyê leşkerên di fermandariya Serbaz Îzzet Cural de hat binçavkirin û piştre di bin çavan de hat windakirin. Kurt li mala xizmên xwe hat binçavkirin. Di operasyonê de 2 rojan ji aliyê leşkeran ve li gund hat rawestandin. Koçeri Kurt, di 30'ê mijdara 1993'an de ji bo aqûbeta kurê xwe fêr bibe serî li Serdozgerê Komarê ya Bismilê Ridvan Yıldırım da. Dîsa di heman rojê de serî li Fermandariya Cendirmeyan da. Dayik Koçerî Kurt beyî bigêje hestiyê kurê xwe jiyana xwe ji dest da.
MA / Elif Çetiner