47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine

  • rojane
  • 09:22 21 Cotmeh 2017
  • |
img

RIHA – Mahmut Okkaş, ji sala 1963’yan ve li Rihayê wênekêşiyê dike. Okkaş, wêneyên “dînan” dikişine û li studyoya xwe bi panoyê ve daldiqîne. Okkaş, anî ziman ku her yek jê xwedî çîrokek cuda ye û ji bo wan dibêje “bîra bajêr” in. 

Mahmut Okkaşê 67 salî, ji sala 1970’yan ve li Rihayê wêneyên berastengên zihnî dikişîne. Studyoya Okkaş ji sala 1963’yan ve li Taxa Yusuf Paşa ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê ye û wêneyên ku dikişîne li panoyê daldiqîne. 
 
Okkaş, anî ziman ku berê hevalê wî ev kar dikir, lê belê piştî ku hevalê wî mala xwe biriye Îzmîrê, wî nexwestiye karê wî nîvco bimîne û wî kişandina wêneyên kesên berastengên zihnî domandiye. Okkaş ev tişt gotin: “Ez wêneyên dîna dikişînim. Carinan ez ber bi wan ve diçim, carinan jî ew tên vir. Tabî dema dixwazim wêneyên wan bikişînim, hin daxwazan dikin. Carinan bi cixareyekê qanih dibin, carinan bi xwarinê û carinan jî bi şûştina li hemamê.” 
 
Okkaş, diyar kir ku li bajêr gelek kesên berastengên zihnî hene û berî ku ew wêneyên wan bikişîne bi wan re dibe heval. Okkaş wiha got: “Em rûdinên û diaxivin. Derdên hinan guhdar dikim. Yên hinan jî pêdiviyên wan peyda dikim. Paşê ez wêneyê wan dikişînim. Hin ji wan naxwazin, hin jê jî dixwazin. Ne wek mirovên baqil in. Jixwe doza tiştekî zêde nakin. Mesela Kekê Mihemeyê Koreyî heye. Min xwest wêneyê wî bikêşim, lê got ‘hirçê birçî nalîze. Pêşî min têr bike, kincan bikire, traş bike. Serê min bide şûştin. Paşê tu dikarî wêneyê min bikişînî.’ Min hemû daxwazên wî bi cih anîn û wêneyê wî kişand.” 
 
PANAROMAYA DÎNAN 
 
Okkaş, anî ziman ku çîroka berastengên zihnî dirêj e û wiha behsa kesên ku wêneyên wan kişandine kir: “Mesela Heftecî Kekê Ahmet heye. Her hefte tê dahata xwe ya heftane distand û diçû. Kekê Abdulkadir heye, ew jî tê xeberan ji me re dibêje û diçe. Kekê Berfo heye, bi kurdî hin tişt digotin û diçû. Dolap Mustafa heye. Tim li dora xwe digeriya. Mustafayê Sînemager heye; zaf cixare dikişand, dema dikişand xwe şewitand. Ji ber texsî lê ket hin kesan bi navê ‘Texsî’ wî bi bîr tînin.”  Okkaş anî ziman ku panoya ku wêneyên kesên berastengên zihnî lê ye ji aliyê gelek kesan ve tê ziyaretkirin û ev wêne rihayiyan ber bi paşerojê ve dibin. Okkaş, diyar kir ku dema rihayî li van wêneyan dinerin, rojên xwe yên berê û zarokatiya xwe bi bîr tînin. Her wiha, Okkaş got ku ev mirov kêfxweşiya bajêr in û divê ew esnaf li wan binerin û wan birçî nehêlin. 
 
MA / Arjin Dilek Oncel
 

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne