47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine 2017-10-21 09:22:17 RIHA – Mahmut Okkaş, ji sala 1963’yan ve li Rihayê wênekêşiyê dike. Okkaş, wêneyên “dînan” dikişine û li studyoya xwe bi panoyê ve daldiqîne. Okkaş, anî ziman ku her yek jê xwedî çîrokek cuda ye û ji bo wan dibêje “bîra bajêr” in.  Mahmut Okkaşê 67 salî, ji sala 1970’yan ve li Rihayê wêneyên berastengên zihnî dikişîne. Studyoya Okkaş ji sala 1963’yan ve li Taxa Yusuf Paşa ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê ye û wêneyên ku dikişîne li panoyê daldiqîne.    Okkaş, anî ziman ku berê hevalê wî ev kar dikir, lê belê piştî ku hevalê wî mala xwe biriye Îzmîrê, wî nexwestiye karê wî nîvco bimîne û wî kişandina wêneyên kesên berastengên zihnî domandiye. Okkaş ev tişt gotin: “Ez wêneyên dîna dikişînim. Carinan ez ber bi wan ve diçim, carinan jî ew tên vir. Tabî dema dixwazim wêneyên wan bikişînim, hin daxwazan dikin. Carinan bi cixareyekê qanih dibin, carinan bi xwarinê û carinan jî bi şûştina li hemamê.”    Okkaş, diyar kir ku li bajêr gelek kesên berastengên zihnî hene û berî ku ew wêneyên wan bikişîne bi wan re dibe heval. Okkaş wiha got: “Em rûdinên û diaxivin. Derdên hinan guhdar dikim. Yên hinan jî pêdiviyên wan peyda dikim. Paşê ez wêneyê wan dikişînim. Hin ji wan naxwazin, hin jê jî dixwazin. Ne wek mirovên baqil in. Jixwe doza tiştekî zêde nakin. Mesela Kekê Mihemeyê Koreyî heye. Min xwest wêneyê wî bikêşim, lê got ‘hirçê birçî nalîze. Pêşî min têr bike, kincan bikire, traş bike. Serê min bide şûştin. Paşê tu dikarî wêneyê min bikişînî.’ Min hemû daxwazên wî bi cih anîn û wêneyê wî kişand.”    PANAROMAYA DÎNAN    Okkaş, anî ziman ku çîroka berastengên zihnî dirêj e û wiha behsa kesên ku wêneyên wan kişandine kir: “Mesela Heftecî Kekê Ahmet heye. Her hefte tê dahata xwe ya heftane distand û diçû. Kekê Abdulkadir heye, ew jî tê xeberan ji me re dibêje û diçe. Kekê Berfo heye, bi kurdî hin tişt digotin û diçû. Dolap Mustafa heye. Tim li dora xwe digeriya. Mustafayê Sînemager heye; zaf cixare dikişand, dema dikişand xwe şewitand. Ji ber texsî lê ket hin kesan bi navê ‘Texsî’ wî bi bîr tînin.”  Okkaş anî ziman ku panoya ku wêneyên kesên berastengên zihnî lê ye ji aliyê gelek kesan ve tê ziyaretkirin û ev wêne rihayiyan ber bi paşerojê ve dibin. Okkaş, diyar kir ku dema rihayî li van wêneyan dinerin, rojên xwe yên berê û zarokatiya xwe bi bîr tînin. Her wiha, Okkaş got ku ev mirov kêfxweşiya bajêr in û divê ew esnaf li wan binerin û wan birçî nehêlin.    MA / Arjin Dilek Oncel