* Çalakiyên Dayikên Şemiyê dikeve hefteya 700’î. 23 sal derbas bû ku li Qada Galatasarayê aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Naxwazin bêyî definkirina hestiyên zarokên xwe bimirin. Lê gelek Dayikên Şemiyê yên Qada Galatasarayê ji ber daxwazên wan pêk nehat, bêyî hestiyên zarokên xwe bibînin û defin bikin koçî dinya din kirin.
* Sekreterê Giştî yê DEDEF'ê Hasan Şen, helwesta Greenpeace û gelek rêxistinên derdor û ekolojiyê rexne kirin û diyar kirin ku kesên li dijî şewata daristan û çiyayên Dersîmê bêdeng dimînin, ew hêzên ku dixwazin li Dersîmê bendav bên avakirin in.
* Karkerên demsalî yên piştî qedexeya kolanan a li Nisêbînê, ji bo debarê hatin Navçeya Salîhli ya Manîsayê û karên ziviyan dikin, di nava şert û mercên xerab û giran de kar dikin. Herî zêde jin zor û zahmetiyê dijîn û barê giran li ser pişta jinan e. Karker herî zêde ji ber tunebûna avê zahmetiyê dijîn.
* Endama Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê Hatine Desteserkirin Şukran Mizrak, tekildarî 1200 êzîdiyên kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê ku rayedar dixwazin wan sewqî kampên sînor ên Hatay û Kîlîsê bikin bertekên xwe anîn ziman. Mizrak, anî ziman ku ger êzîdî bên sewqkirin dibe ku dîsa rastî komkujiyek din bên.
* Xwediyê Sînemaya Bajar ya Amedê ku bi fîlman çanda herêmî dida xuyakirin, Abdulkadir Aydin, diyar kir ku fîlmên destan û çîrokên kurdan vedibêjin rastî eleqeyek zêdetir tên û wiha got: "Ez dê di her şertan de çanda sînemaya herêmî bidomînim." Aydin, destnîşan kir ku piştî AVM û Cafe vebû çanda gel jî di cafeyan de asê ma.
* Rêxistina HDP'ê dê li avahiyên xwe di çarçoveya cejna qurbanê de ziyaretên gel qebûl bike û cejna qurbanê pîroz bike (12.00-15.00)