DERSÎM – Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz ku hat Dersîmê û li cihê şewatê lêkolîn kir, diyar kir ku bi şewata daristanê dixwazin jiyanê li Dersimê tune bikin.
Şewata li çiyayên Dersimê 16 roj berê piştî operasyona eskerî dest pê kir belav dibe. Heyeta ku ji endam û rêveberên HDP, KCD, DBP û HDK’ê pêk dihat, bi armanca li herêma şewatê lêkolîn bikin û mudaxaleyî şewatê bikin hatin Dersimê daxuyanî dan. Li ser navê heyetê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydeniz, diyar kir ku her sal bi zanebûn xweza û daristana Dersîmê tê şewitandin û wiha got: "Wekî her sal îsal jî xwezaya Dersimê têşewitandin. bi zanebûn daristan û xwezaya Dersîmê dişewitînin. Bi hezaran hekdar bi hinceta operasyonan hat şewitandin. Bi bandora ba şewata ku derket belav dibe. Li vir hem xweza û hem jî zindiyên di nava daristanê dişewite. Jiyan tune dibe. Xweza û jiyan tê qetilkirin. Bi zanebûn daristanê dişewitînin. Ji ber vê şewatê mirov, sewalên biyanî û gelek cureyên nebatên herêmê zerar dîtin. Divê demek berî demekê saziyên eleqeder mudaxale bikin."
DIXWAZIN HERÊMÊ VALA BIKIN
Aydeniz, herî dawî destnîşan kir ku bi zanebûn daristanên li Dersîmê dişewitînin û dixwazin herêma Dersîmê bê mirov bihêlin. Bi hişmendiya komkujî û talankirinê dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Ji bo agir bêtir belav nebe hewldanên me û têkoşîna me dê bidome. Xebat û hewldanên me yên ji bo vemirandina şewata daristanê dê bidomin."
Şewata daristanê li Geliyê Balî, Mezraya Balî, Çiyayên Muşkirek, Bakir û Çemê Çirtikê didome. Her çend welatî û aktîvîst mudaxale bikin jî şewat didome.