DERSÎM - Çiyayên Dersîmê 16 rojin dişewite. Piştî welatiyên Dersîmê û gelek aktîvîstên ekolojiyê bang kirin, Heyeta HDP'ê ku parlamenter û rêveberên HDP'ê pêk tê çûn herêma şewatê.
Di topbaran eskeran de agir bi daristanên Dersîmê ket û 16 rojin daristan dişewitin. Bi rojan e komek aktîvistên ku ji hunermend, ekolojîst û gundiyan pêk tê bi derfetên xwe hewl didin şewatê vemirînin. Piştî gundî û aktîvîstan banga hestiyariyê kirin, Heyeta HDP'ê ya ji Parlamentera HDP'ê Saliha Aydeniz, Endamên Meclîsa DBP'ê Ayşe Çelikbilek û Necati Pirinççoglu jî di nav de gelek kes ji bo agir vemirînin herikîn herêma Muşkireka Dersîmê.
Di topbaran eskeran de agir bi herêma Alibogazi ya navçeya Xozata Dêrsimê ket û 16 rojin daristan dişewitin. Gelê Dêrsimê bi rojan e hewl didin agir vemirînin.