NAVENDA NÛÇEYAN - Dengbêj Gazin (Razîye Kizil) ya 57 salî, li nexweşxanya Zanîgneha Wanê jîyana xwe ji dest da.
Hunermend û denbêja kurd Gazin berî çar rojan krîza dil derbaz kir û rewşa wê giran bû. Lê tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Gazin, ls Tatwana Bedlîsê ji dayîk bû. Di 14 salîya xwe de zewicî û bû dayika pênc zarokan. Bi birayê xwe Hawar re, bi navê Gazin û Hewar heft albûmên stranan derxist. Paşê jî bi serê xwe bi navê Evdalê Zeynikê albûmeke dengbêjî derxist. Gazin ji ber zextên civakî navê xwe yê rastîn di albuman de nenivîsiye. Gazin, piştî ku li Wanê Mala Dengbêjan vebû, li wir jî cîh girt û beşdarî gelek festîvalên netewî û navnetewî bû. Gazin îro li Wanê spartin axê. Birayê wê Hawar ji guhdarên Dengê Amerîka re behsa Gazin û dengbêjîya wê kir.