MÊRDÎN - Zarokên di cejnê de li şûna poşetên reş, poşetên bireng kirin destên xwe, mal bi mal geriyan û keyfxweşiya komkirina şekiran jiyan.
Ji bo zarokan awayê tehma cejnan biguhere jî, lê dîsan eyniye. Berê kelecaniya cejnê di rojên Erefeyan de destpê dikir. Zarokan bi şev xew nedikirin, hine bi destên xwe dixistin û kincên cejnê li ser serê xwe datînan û wiha radizan. Zarokên di berbanga sibê de radibin, destên xwe ji hinê dişoştin, kincên xwe yên cejnê li xwe dikirin, poşetên reş dixistin destên xwe û lez û bez derî bi derî digeriyan. Ev lez û beza zarokan a heya seatên şevê berdewam kir, tekane armanca wan hebû şekir kom bikin.
Her çiqasî mîna berê nebe jî, lê çanda pîrozkirina cejnê li bajarên herêmê hîna jî berdewam dike. Zarok, niha li şûna poşetên reş, di poşetên rengîn şekiran kom dikin. Dinava salan de, gelek tişt hatin guhertin, lê hîna jî kelecaniya cejnê di çav û dilê zarokan de qet kêm nebûhe. Raste, renge poştean guherîn, lê kevneşopiya cejnê neguheriye.