COLEMÊRG - Li Zozanê Mendenî ya Colemêrgê jeneratora bendava avdanê teqiya û karkerekê jiyana xwe ji dest da.
Li Zozanê Mendenî ya gundê Xezekya ya Colemêrgê jeneratora bendava avdanê teqiya. Di teqînê de F.D. ê karker li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ambûlansa hat cihê bûyerê, cenazayê F.D. rakir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.