NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê û Colemêrgê, bi boneya Cejna Qûbanê bi gel çûn serdana goristanan û di vê cejnê de jî, kesên jiyana xwe di têkoşîna gelê Kurde ji dest dayîn bibîr anîn.
Rêxistinê HDP û DBP’ê yên Wanê, bi wesîleya Cejna Qûrbanê, çûn serdana gorên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayîn. Komek partiyan ên dinavê de Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç û Mûazzez Orhan jî heyîn, çûn Goristana Taxa Yenî û cejna malbatên li ser gorên xizmên xwe bûn pîroz kirin. Koma HDP û DBP’ê dûre çû Goristana Dogu û ji wir jî derbasî Goristana Bêkesan bûn. Komê li ser gora bêkesan dua kirin û qûrnefîl danîn ser goran. Siyasetmedar ji bo biçin serdana malbatan, ji goristanê veqetiyan.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî, welatî piştî nimêja cejnê, berê xwe dan goristanan. Gelek kes çûn serdana Goristana Serê Solan a Taxa Sumbul û li ser gorên kesên di pevçûnên cuda yên herêmê de, jiyana xwe ji dest dayîn dua kirin.
Şandeya HDP û DBP’ê ya hat serdama goristanan, cejna malbatan pîroz kirin. Dûre Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê yê berê Necmettîn Acar axivî û wiha got: “Hemû gel ji bo azadiyê bedel dane. Gelê Kurd jî ji bo azadiya xwe gelek bedelên mezin dan. Em tim deyndarê kesên di vê rêçê de jiyana xwe ji dest dane. Em li ber malbatên ku ev nirx avakirin, bi rêz û hurmet bejna xwe di tewînin.”
Acar, di dawiya axaftina xwe de, hêvî kir ku Cejna Qûrbanê bibe wesîleya azadî û şatiyê.