DERSIM - Şewata li Dersimê li qadên cuda berdewam dike. Midûryeta Karê Daristanan ê mûdaxileyî şewatê neke, tirmixan jî nade komên dildaran.
Şewata di encama bombebaranan li gelek herêmên Dersimê rû dan, belavî Çemê Çirtik, Çiyayên Bakir, Muşkîrek, Gomên Balî û Çemê Balî yên navendê bûn û her ku diçe mezintir dibe. Hat diyar kirin ku Midûryeta Karê Daristanan ê mûdaxileyî şewatê nake, tirmixan jî nade komên dildaran. Komek dildaran çûn herêma li gelek cihan şewat lê berdewam dike û piştgirî ji welatiyên gundên derdorê xwestin. Kome ji 15 kesan pêk dihat, ji bo mûdaxileyê şewatê bikin, serê sibê çûn herêmê
ŞANDEYA HDP’Ê LI DERSIMÊ YE
Şandeya dinavê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî heyî, ji bo şewatê li cihê wê lêkolîn bikin îro hatin Dersimê. Şande, piştî hevdîtinên li navenda Dersimê, dê biçe herêma şewat lê berdewam dike. Di navberê de, şewata 15 rojin li çoltera navçeya Xozatê berdewam dike, beşeke wê ya mezin hat vemirandin, lê hîna jî li hin qadên cuda bedewam dike.