ENQERE - Sultan Ozdal bi destûra dozger bi hevjînê xwe yê girtiyê Nexweş Koçer Ozdal ê li Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê di Qoma de tê dermankirin re hevdîtin kir. Sultan Ozdal, anî ziman ku hevjînê wê bi ranzê ve hatiye kelepçekirin û tê dermankirin û wiha got: "Koçer got 'min ji destê van zalîman rizgar bikin' Kezeba min ji tîna peritî. Vana avê nadin min',"
Girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê 65 salî di 19'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Bafra ya Samsûnê sewqî Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê kirin. Koçer Ozdal ê bi nexweşiya pençeşêrae mesane ye, hefteya borî rakirin beşa Qomayê. Malbata Ozdal ji navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê hatin Enqereyê û bi destûra Serdozgeriyê bi Koçer Ozdal re hevdîtin kirin. Hevjîna Koçer Ozdal, Sultan Ozdal, diyar kir ku rewşa hevjînê wê pir xerab e û wiha got: "Tevî rewşa wî pir giran e û nexweşê doşekê ye jî destê wî yê rastê bi kelepçeyê bi ranzê ve girêdane. Bi kelepçeyê tê dermankirin. 24 saetan leşker li ser serê wî radiwestin.
TENÊ AV XWEST
Sultan Ozdal, bal kişand ser kêliya hevdîtina xwe ya bi Koçer Ozdal re û wiha got: "Min got 'Koçer rewşa te çawa ye?' Ewil dengê xwe nekir. Piştî min dubare pirsî got 'Ez nerehet im'. Dema min got, vana te derman nakin? got 'Ez nizanim' Dema min got av û xwarinê ditin te? dîsa got 'nizanim' û piştre av ji min xwest. Koçer got 'Kezeba min ji tîna peritî. Vana avê nadin min.' Piştre me av da wî. Du leşker li gel me ketin odeyê. Koçer li ruyê wan dinerî û ji ber wan nedikarî rehet bi mere bi axive.Me av dayê rehet bû. Kî dizane çend rojin avê nedin wî? Em bi fikarin ku leşker av û xwarinê nadin Koçer."
‘MIN JI VÊ ZILMÊ RIZGAR BIKIN'
Sultan Ozdal, anî ziman ku leşkerên li cem wî xizmeta wî ya nan û avê nakin û wiha got: "Hevserê min Ozdal, nêvî li ser hişê xwe ye. Got 'Ger ku hûn dikarin min ji vir rizgar bikin. Binerin halê min li ber çavan e. Ez li vir girêda me. Min ji destê van zaliman rizgar bikin. Evana zalim in. Ne dîn û ne îmana wan heye.' Hevserê min bi gotina 'Oy daye, oy bavo' ji ser hişê xwe çû. Piştre me xatir xwest û em ji odeyê derketin."
'10 ROJ BERÊ PIR BAŞ BÛ'
Sultan Ozdal, anî ziman ku 10 roj berê dîsa bi Koçer re hevdîtin kirin û wiha berdewam kir: "Deh roj berê ji niha gelek baştir bû. Koçerê berê çûbû yekî din hatibû. 10 roj berê bi sandalyaya bi teker hat cem me. Em xwe daket. Di axivî. Lê niha hiliya bû. Tam ne li ser hişê xwe bû. Ji ber leşker li wir bûn jî rehet nikarîbû bi axiviya.
BIJÎŞK: PENÇEŞÊR LI HEMÛ BEDENA WÎ BELAV BÛYE
Sultan Ozdal, anî ziman ku bi bijîşkê ku Koçer Ozdal derman dike re jî hevditin kiriye û wiha lê zêde kir: "Min got Hûn çima hevserê min emeliyat nakin? Lê bijîşk got pençeşêr li hemû bedena Koçer belav bûye û ava ku li kezeba wî kom dibe bi riya drenajê derdixin. Bijîşkan diyar kirin ku ger emeliyat bike dê xerabtir bibe."
‘GER KU MIR JÎ BILA LI MALA XWE BIMIRE'
Sultan Ozdal, xwest hevserê wê serbest bê berdan û wiha bi axivî: "An bila min bikin refaqetvanê wî. An jî bila nexweşê min bidin min ez wî bibim malê. Ger ku mir jî bila li mala xwe bimire. Destûr nadin em biçin wî bibînin jî. Ev jî têr nake 2 leşker danîne ser serê wî. Ne av didin wî ne jî xwarinê didin wî. Beriya hevserê min bê girtin tu nexweşiyên wî tune bû. Hevserê min neheq hat girtin. Dozger û dadgerê ku hevserê min girtin niha ji doza FETO de girtî ne. Bila xwedê heqê me ji wan re nehêle."
ÎHD'Ê XWEST ÎNFAZA WÎ TALOQ BIKIN
Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen jî anî ziman nku di 21'ê Tîrmehê de bi riya parêseran serî li Serdozgerê Komarê yê Bafra dan û xwestin înfaza wî bê taloqkirin. Çevîrmen, da zanîn ku dozger daxwaza wan red kiriye û înfaza wî taloq nekirine. Parêzerên ÎHD'ê hefteya borî serî li Dozgeriya Komarê ya Enqereyê dan. Îro em fêr bûn ku pençeşêr li hemû bedena Koçer belav bûye. Me nizanîbû ku nexweşî ew qas giran bûye. Xuya dike ku dermankirina wî taloq kirine. Diviya bû rewşa vî nexweşi demek dirêj hatibûya zanîn. Çima taloq kirin. Divê bersîva vê yekê bê dayîn. Divê hemû kes li hemberî rewşa girtiyên nexweş berpirsiyar tev bigerin. Me bidehan caran serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê da. Lê heta niha tu bersîv nedan me. Niha girtî tên asta mirinê wan radikin nexweşxaneyê û destê wan bi ranzê ve girê didin û derman dikin. Ev yek nayê qebûlkirin.
Divê hemû kes destê xwe dîne ser wicdanê xwe û hestiyar tev bigerin."
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit jî wiha got: "Me xwest hevsera wî bikin refaqetvanê wî. Lê ji bo vê yekê jî bersîv nedan me. Niha di Koma de bi kelepçeyê tê dermankirin. Mixabin belkî Koçer rojên xwe yên dawî di doşekê de bi kelepçeyê dijî. Divê hemû raya giştî hestiyar tev bigere. Hewldanên me yên ji bo berdana Koçer dê bidomin."
MA / Berivan Altan