AMED - Koma ku ji hevserok û rêvebirên HDP, DBP, MEYA-DER, endamên malbata Vedat Aydin û gelek kesan pêk dihat, gora Vedat Aydin ê li Goritana Deriyê Mêrdîn ziyaret kirin. Hevserokê HDP’ê ya Amedê Mehmet Şerîf Çamçi û birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin axivîn û gotin: "Dîrok tim xwe dûbare dike û îro jî êrîşên li ser gelê kurd berdewam dikin."
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, rêvebirên Komeleya Malbatên Kesên Jiyana Xwe ji Dest Dane ya Mezopotamya (MEYA-DER), endamên malbata Vedat Aydin û gelek kes bi wesîleya Cejna Qûrbanê gora Serokê Partiya Gel a Kedê (HEP) Vedat Aydin a li Goristana Deriyê Mêrdînê ziyaret kirin. Hevserokê HDP’ê ya Amedê Mehmet Şerîf Çamçî li ser gora Aydin axivî û wiha got: "Wedat Aydin li ber çavên dewletê hat wendakirin û qetilkirin. Tevî demek dirêj bi ser qetilkirina wî re derbas bûye jî, hîna bandora ku Wedat Aydin bi sekn, têkoşîna û biryardar nîşan dayî, di nava gel de hîştiye, berdewam dike."
'EZ CEJMA ALEMA ÎSLAMÊ PÎROZ DIKIM'
Piştî axaftina Çamçi birayê Aydin Veysî Aydin jî, diyar kir ku ew Cejan Qûrbanê li hemû alema Îslamê pîroz dike û wiha axivî: "Ji ber ku welat me ji hêla çar hêzên dagirker hatiye dorpêçkirin, ji dilê wan nayê ku cejnê pîroz bikin. Bila ev cejin li hemû mirovahiyê piroz be. Li der dora gelê Kurd çar dewletên ku xwe weke misliman pênase dikin hene. Ev dewlet li ser gelê Kurd qetlîaman dimeşîn in. Dîrok her tim xwe dûbare dike. Êrîşên li dijî gelê Kurd di vê çarçoveyê de berdewam dikin. Ev doz doza hemû mirovahiyê ye û emê li dijî êrîşên li ser Kurdan ên tên dûbarekirin têbikoşin. Cardin cv cejn li hemû mirovahiyê pîroz be.”