'23 salên din jî biborin em ji têkoşînê venagerin

  • rojane
  • 09:02 21 Tebax 2018
  • |
img
STENBOL - Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê bi wêneyên xizmên xwe yên  winda ku hembêz dikin û qurnefilan 700 hefteye li qada Galatasarayê çalakiyan pêk tînin, ruh didin qadê û qadê zindî dikin. Malbat û xizmên ku 23 salin 3 qirne qadê terk nakin, diyar kirin ku 23 salên din jî biborin qadê terk nakin û ev têkoşîna rûmet û haysiyetê ye.
 
Li Tirkiye di salên 1990'an de piştî bi hezaran welatiyên kurd ji aliyê JÎTEM, cerdevan, leşker û polîsan ve di bin çavan de hatin windakirin û kuştin û hêj cenazeyê hezaran nediyar e, Dayikên Şemiyê li Stenbolê rojên Şemiyê dest bi çalakiyên rûniştinê kirin. Dayikên Şemiyê di sala 1995'an de bi armanca bala rayedarên dewletê û medya bikişînin û bêdengiyê rexne bikin li Qada Galatasarayê ya Taksimê dest bi çalakiyên Şemiyê kirin. Xizmên windayan ku ji çalakiyên Dayikên Las Madres de Plaza de Mayo mînak girtin, bi rêk û pêk li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kirin. Dayikên Şemiyê tevî hemû zext û zordariyan 700 hefteye bê navber bi rêk û pêk çalakiyên xwe berdewam dikin û li aqûbeta windayan digerin. Dayikên Şemiyê ku Qada Galatasarayê ji bo xwe kirine mesken li aqûbeta windayan digerin û dixwazin kujer bên darizandin. 
 
Komisyon ewil di sala 1995'an de hat avakirin. Piştî salên 1990’an, li Tirkiye windakirin kirin polîtîkaya dewletê. Bi rêk û pêk ev polîtîka xistin meriyetê. Li ser vê yekê ÎHD’ê ewil di sala 1992 an de bi navê “Bila winda bên ditin" kampanya dan destpêkirin. Dayikên Şemiyê jî ewil di sala 1995’an de dest bi çalakiyan kirin. Di salên 1994 û 1995’an de salên herî zêde mirov hatin windakirin. Li gorî daneyên ÎHD'ê 500 mirov di bin çavan de hatin windakirin. Herî zêde li herêmên OHAL’ê û li bajarên Edirne, Enqere, Îzmirê û çar aliyên Tirkiye mirov hatin windakirin. Mirovên hatin revandin bi îşkenceyê hatin kuştin. Qirika wan bi têlê hat jêkirin. Ji bo neyên naskirin îşkence li wan hatin kirin. Di sitilên kaloriferan de hatin şewitandin. Avêtin birên asitê û şewitandin. Di çem û geliyan de veşartin. Dayikên bi şopa zarokên xwe ketin jî rastî îşkence û lêdanê hatin. Hatin binçavkirin û girtin. Bi erdê re hatin kaşkirin. Lê dîsa dayikên din jî tev li van çalakiyan bûn û xwestin kesên din neyên windakirin û kuştin. Tevî hemû lêgerîna malbatnan hiqûq bê encam man. Serlêdan bê bersîv man. Di serlêdanên li dozgeriyê de bersîvên 'Polîsê tirk îşkence nake, kesî winda nake' da û dosya girtin. Bi sedan mirov dihatin windakirin lê medya bêdeng bû. Rojnameya Ozgur Ulke ku der barê windayan de nûçe çêdikirin hat bombekirin. Rojnameger Ferhat Tepe hat binçavkirin û qetilkirin. Qada ku dengê xwe lê bilind bikin nemabû.
 
Piştî van çalakiyan cenazeyên Ridvan Karakoç û Hasan Ocak hatin dîtin, lê kujerên wan nehatin dîtin û nehatin darizandin. Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê biryar dan ku heta hemû winda bên dîtin û hemû kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Kurê Emîne Ocak  Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995'an de hat windakirin. Piştî îşkenceya 58 rojan hat kuştin. Cenazeyê wî yê bi îşkenceyê hat kuştin li Goristana Bêkesan hat dîtin. Lê rayedarên dewletê der barê aqûbeta Ocak de got "Li cem me tune ye" 
 
Li ser vê yekê medya cih da bûyerê. Piştî vê bûyerê piraniya xizmên windayan ên jin li hev kom bûn û yekem car di 27'ê Gulana 1995’an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kirin. Bi vê çalakiyê xwestin dengê xwe bigînin cemaweriyê û cîhanê. 
 
JI BO NEYÊN NASKIRIN RUYÊ WAN PERÇE KIRIN
 
Kesên ku cenazeyê Ocak li qada Çem a Gundê Buzhane ya Beykozê dîtin, agahî dan cendirmeyan û li ser vê yekê agahî dan Serdozgeriya Komarê ya Beykozê. Şopa tiliyan hat girtin. Wêne hatin kişandin û mînaka xwînê hat stendin. Şop şandin ji Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û Navçeyen Stenbolê re. Lê tevî dane hebûn jî nasnameya kujeran nehat ronîkirin. Malbata Ocak di 15'ê Gulana 1995'an de ji qeydên Saziya Tipa Edlî cenazeyê kurê xwe teşîs kirin. Sedema kuştinê fetisandina bi têlê hat nişandan. Lê ruyê wî hatibû perçekirin. Li hemû betena Hasan Ocak îşkence hatibû kirin. Malbatan li gel şahidan diyar kirin ku herî dawî Ocak li TEM'ê dîtin. Rapora Otopsî jî diyar kir ku Ocak bi têlê hatiye fetisandin û kuştin. Lê serlêdana sûc ya malbatê hat redkirin. 
 
‘2 WÊNEYÊN JIYANA ME DIYAR DIKIN HENE'
 
Yekem malbata ku li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyê kir malbata Hasan Ocak e. Yek ji sembola têkoşîna windayan Maside Ocak e. Masîde Ocak diyar kir ku wan wêneyê birayê xwe yê rastî îşkenceyê hatiye dît û wiha got: “2 wêneyên jiyana me diyar dikin hene. Yek jê wêneyê Hasan Ocak ê ku her hefte em wî li Qada Galatasarayê bilind dikin yê rû li ken e. Wêneyê din jî wêneyê piştî îşkenceyê hatiye kişandin yê rûyê perçekirî ye. Em ji ruyê bi ken ê Hasan hêz û enerjiyê distînin. Ji ruyê wî yê perçekirî jî hêza berxwedan û têkoşînê distînin. Îşkenceya li wî hatiye kirin ji bo me sedema têkoşîn û berxwedanê ye." 
 
‘KENGÎ HATIN CEZAKIRIN EM DÊ PARIYEKÎ REHET BIBIN'
 
Ocak, anî ziman ku ji ber wan cenazeyê Hasan dîtiye li gorî gelek malbatên din bêtir bi şensin û wiha axivî: "Malbatên ku negihiştine cenazeyên zarokên xwe her dem li benda hatina wan in. Her dem çavên wan li rê ye. Gora kurê me heye. Lê ji bo şîna me bi dawî bibe divê edalet pêk bê. Divê berî her tişti hemû sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin bên cezakirin. Divê dewlet li hemberî sûcê ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin bê deng nemîne. Kengî bersûc hatin cezakirin û ev sûc bi dawî bûn em dê pariyekî rehet bibin." 
 
'JI BO GORÊN WINDAYAN BÊN DÎTIN DIVÊ HER KES XWEDÎ DEREVIN'
 
Ocak, da zanîn ku 23 sal borîn, lê hin hişmendî hêj neatiye guhertin û wiha lê zêde kir: "Hêj dewlet li hemberî serlêdanên malbatên windayan sersar û xemsar e. Hêj bersîvê nadin malbatan. Hin tişt nehatin guhertin. Lê gelek tişt ji hatin guhertin. Em li Qada Galatasarayê di nava 23 salan de gelek tişt fêr bûn. Ev der ji bo me bû dibistan. Li vir biryar, hevî û bawerî derket holê. Em li dijî polîtîkayên windakirinê rawestiyan. Me destûr da ku mirov bêhn bistîne. Me rê li pêş îşkenceyê girt. Em ji gelekan re bûn hêvî û bawerî. Me 23 salan bi israr û biryar ev têkoşîn mezin kir. Ji bo edalet pêk bê divê mirovên din ên em ji bo wan têdikoşin jî destê xwe têxin bin kevir û berpirsiyarê bidin ser milê xwe. Hemû kesên li vî welatî dijîn gelek tişt deyndarên van mirovên hatin windakirin in. Ji bo gorê windayan çê bibin divê her kes li daxwazên me xwedî derkevin. Dema Dayikên Plaza De Mayo ji bo windayan çalakî pêk dianîn bi sed hezaran mirov dadiketin qadan. Lê em li vir vî tiştî najîn. Em mirovên vî welatî yên bi hestiyar wan li gel xwe nabînin. Îro bêtir pêdiviya me biwan heye. 
 
GOTIN RIDVAN KARAKOÇ NE LI CEM ME YE, LÊ...
 
Ocak, da zanîn ku ji bo Siyasetmedardê Kurd û Sazumankarê Navenda Çanda Mezopotamya Ridvan Karakoç ê 34 salî jî gotin 'Ne li cem me ye' û wiha got: "Der barê Karakoç de biryara girtinê hebû. Polîsan malbata wî ya Stenbolê kiribûn bin dorpêçê. Dem bi dem bi ser malbatê de digirtin. Ji ber vê yekê Karakoç nediçû malê. Bi riya postayê bi rêk û pêk bi parêzera xwe ya ÎHD'ê Eren Keskin re hevdîtin dikir. Ev ragihandin piştî 15'ê Sibata 1995'an hat qutkirin. Piştî têkilî qut bû êdî bi ser malbatê de negirtin. Piştî malbatê agahî ji Karakoç negirtin, serî li hemû merciyên dewletê dan. Lê hemû serlêdan bê encam ma. Rayedaran înkar kir ku Karakoç ne di bin çavan de ye. 3 mehan gotin "Navê hûn dibêjin ne li cem me ye" û înkar kirin."  
 
Malbata Ocak ku li kurê xwe Hasan Ocak digeriyan, di Gulanê de di nava dosyayên Dozgerê Beykozê de bi tesadifî nav û wêneyên Rıdvan ê mirî dîtin. Pişti vê yekê cenazeyê Ridvan Karakoç ê kuştî di 2'ê Adara 1995'an de avêtin nava daristana Beykozê. Li ser wêneyê ku piştî muayıne kirin û kişandin şopê tiliyan hat dîtin. Derket holê ku cenaze di 26'ê Adara 1995'an de teslîmî Saziya Tipa Edlî hatiye kirin. Li gel şopê tiliyan li gel hemû dozgeran hebû jî di dosyayê de wekîe "Kesê kujer nediyar" bi cih kirin. Bi dizî li Goristana Bêkesan a Altınşehirê defin kirin. 
 
MALBATA KARAKOÇ LI KUJERAN DIGERIN
 
Asiye Karakoç di 3'ê Hezîrana 1995'an de xwe gihand gora Ridvan Karakoç. Li ser vê yekê malbatê cenaze ji vir derxistin û li Goristana Taxa Gazî defin kirin. Malbata Karakoç tevî hemû hewldanan 23  salin dozgeriyê tu pêşketin li dosyayê zêde nekirine. Daxwazên malbatê 23 salin pêk nehatiye û kujer nehatiye ronîkirin. 
 
Malbata Ridvan Karakoç jî yek ji malbatên ewil li Qada Galatasarayê çalakî pêk anîn e. Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç, diyar kir ku carekê dît ku ne tenê xizmên wan winda bûye û wiha got: "Me carekê dit ku bi sedan kesan ji bo windayan serî li ÎHD'ê daye. Me biryar da ku em hemû xizmên windayan bi hevre têkoşînê bidomînin. Wê demê kulîlkên me jî binçav dirin. Tenê çareya me têkoşîn mabû. Ev têkoşîna rûmetê ye. Niha em jî wekî malbata Ocak bi şensin ku em gihiştin cenazayê Ridvan. Niha bi hezaran malbatên negihiştine cenazeyên xwe hene. 23 salin em têdikoşin. Ev meseleya rûmetê ye. Ev têkoşîn deynê me yê mirovahiyê ye. " 
 
Karakoç, herî dawî destnîşan kir ku 23 salên din jî bibore ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin û heta ku hiqûq û edalet cihê xwe bibîne dê têkoşîna xwe berdewam bikin. divê her kesên ku edalet, wekhevî aştî û demokrasiyê dixwazin ji bo edalet cihê xwe bibîne tev li têkoşînê bibin û mil bidin milê wan." 
 
MA / Melike Ceyhan
 

Sernavên din

24/08/2018
13:45 Xwestin sibê her kes berê xwe bide Qada Galatasarayê
12:53 Di hefteya 700'emîn de dê ji dayik heta neviyan aqûbeta 3 nifşan bipirsin
11:48 Banga xizmên windayan: Hildin wêneyan û em biçin Kolana Gulîstanê
11:36 Ji malbatekê 5 qes bûn qurbanê trafîkê
11:25 Akar û Fîdan ji nûve diçin Moskova
11:00 Germero bi xwezaya xwe ya bêhempa mêvanê xwe pêşwazî dike
10:23 Parêzera malbata Şenyaşar: Cihê erka dozgerê dosyayê guhertin
09:17 Seyfetîn: Armanca Saziya Malbatên Endamên QSD`ê bibe pir e
09:14 'Li Dersimê şidet li xwezayê tê kirin!'
09:13 Jinan dest bê çêkirina bastêqa hejîran kir
09:12 Buldan bang li tevlêbûna çalakiya hefteya 700’î kir: Qîrîna dayikan qîrîna her kesî ye
09:11 Karkerên Afgan û Kurd: Em di şertên zor û zahmet de kar dikin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2018'AN
08:15 Parlamentera HDP'ê ya Berê Leyla Bîrlîk hat binçavkirin
23/08/2018
18:51 'Ka Roboskî doza hemû kurdan bû? '
16:59 Temellî: Ger hûn dixwazin rêya aştiyê vebe bila bi Ocalan re hevditin bê kirin
15:50 Kedkarên cemaweriyê xwestin hevalên wan bên berdan
13:54 Li Parîsê 2 kes hatin kuştin
13:34 Çandiniya pembo di nava 15 salan de ji sedî 30 kêm bû
12:46 Welatiyên Bradostê: Tirkiye qada jiyanê tune dike
11:38 Temellî malbata Adsan ziyaret kir
11:34 Şewata daristanên li Dersimê kirin bin kontrolê
10:48 Jinên kurd di konferansa navneteweyî de kom dibin
09:57 Karkerê înşaetê Tahsîn Bilmez ji qatê 7'an ket û mir
09:17 Dildarên xwezayê: Qîrîna civîkan ji guhê me dernakeve
09:16 Aydeniz: Tiştên li Dersimê diqewimin berdewama polîtîkayên şewitandina gundan e
09:15 Esnafê Emînonuyê: Herkes perîşan bûye
09:14 Keskin: Di windakirina binçavan de demborî nepêkan e
09:13 'Penaberî rîska îstismarkirinê zêdetir dike'
09:01 Şikeftên Hasûnî bûye warê gencînegeran
09:00 Girtîgeha Amedê Kurdî 'zimanê nayê zanîn' pênase kir
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2018'AN
22/08/2018
16:33 HDP'ê bi gel re cejn pîroz kir
15:27 Aynûr Dogan ji bo Dersîmê peyam weşand: Tu bi şewitî ezê bibim xwelî
15:18 Temellî malbata Şenyaşar ziyaret kir: Nikarin ser bûyerê veşêrin
15:00 Parêzerê malbatên Aladag: Yek ji berpirsên herî girîng xelat kirin
14:54 Li Şirnexê 2 jê zarok 4 koçer hatin girtin
14:21 Ji girtiyên siyasî peyama cejnê: Tu dûrbûn nikarin me ji hev qut bikin
14:16 Tûnç: Erol ê CHP'yî bûye berdevkê AKP'ê yê li Dersimê
14:09 Temellî: Rêya aştiyê di vemirandina şewatan re derbas dibe
13:01 Yekîtiya Ekolojî: Li welatê ku her der bûbe agir cejn nabe
12:52 Li HDP’ê pîrozbahiya cejnê: Bila bibe wesîleya aştiyê
12:38 HDP dê li Amedê mîtînga aştiyê pêk bîne
12:20 Kilamên di dilê xwe de nesitrîn û çû
11:57 Bertekên li dijî Tîmes a ji bo Nadîa Mûrad got "Koleya seksê" zêde bûn
11:15 Cenazeyê Dîlek Adsan defin kirin
10:54 Rosoboronexport: Rûsya dê S400'an di 2019'an de teslîmî Tirkiye bike
10:07 Jinên Dildar li Dersîmê bang kirin: Ew bişewitînîn jî emê dîsa jîn bikin
10:05 Ne nezaretxaneye, cihê ajankirinê ye!
09:12 Piştî AVM û Cafe vebûn, çanda gel ket cafeyan
09:09 'Êzîdiyên koçber, dibe ku dîsa rastî komkujiyê bên'
09:08 Ji karkerên demsalî re avê jî dikin minet
09:06 DEDEF: Yên bêdeng dimînin yên dixwazin li Dersîmê bendavê ava bikin in
09:03 Temenê wê li Qada Galatasarayê bi lêgerînê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 22'Ê TEBAXA 2018'AN
08:00 Li Gîresunê eskerek hat kuştin
21/08/2018
21:57 Siyasetmedarên kurd li herêma şewatê ne: Dixwazin li Dersîmê jiyanê tune bikin
17:06 16 roj in Daristanên Dersîmê dişewite
15:51 Dengbêj Gazin jiyana xwe ji dest da
15:14 Endama KCD'ê Dîlek Adsan jiyana xwe ji dest da
14:45 Rengê poşetan guherîn, lê kevneşopî neguheriye
13:07 Li Pulurê qezaya trafîkê: 2 jê giran 6 kes birîndar bûn
12:41 Di cejnê de jî kar dikin: Ez ne biçûk mi jiyan pir mezin e
12:33 Jeneratora bendava avdanê teqiya: karkerêkê jiyana xwe ji dest da
12:33 Gundiyan şewata Çiyayê Zengokê vemirandin
12:24 Gel di vê cejnê de jî ew ji bîr nekirin
11:55 Hem şewatê venamirînin, hem tirmixê nadin
11:34 Li Roboskî cejn hîna jî reşe!
11:31 Ozdal ê nexweşê giran: Kezeba min ji tîna peritî, avê nadin min
11:20 HDP, DBP û MEYA-DER çûn serdana gora Vedat Aydin
09:43 Beştaşê HDP’î hat girtin
09:21 Welatiyê derket ser darê bi ceyranê ve ma
09:13 Ekolojîstên Dersimî: Cihwarên me yên pîroz dişewitînin
09:12 Keya ji bo çêkirina rê serî li Walîtiyê da, lê red kirin
09:06 Akhoyan: Tiştên diqewimin encama polîtîkayên 100 salî yên Tirkiyeyê ne
09:04 Ji ber ku karê înşeatê talûke ye dev jê berda firin vekir
09:02 '23 salên din jî biborin em ji têkoşînê venagerin
09:00 Dayik Esma Yilmaz: Ez û Arina 13 mehî li erde radizên
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2018'AN
20/08/2018
20:22 Walîtiya Amedê konsera Mem Ararat betal kir
20:02 Piştî çend rojan hîn nû Walîtiyê der barê Telhamûtê de daxuyanî da
19:54 HDP, DBP û KCD’ê ji bo cejnê serdana gel kir
17:01 Di 3 rojên destûra Cejna Qurbanê de 49 kes bûn qurban!
16:39 Malbatê, bi Koçer Ozdal ê di komayê deye re hevdîtin kir
16:24 Malbatan kesên di komkujiya Dîlokê de hatin kuştin bibîr anîn
16:23 Ji bo hikûmeta nû ya Iraqê 4 partiyan li hev kirin
16:15 HDK’ê peyama Cejna Qûrbanê weşand
16:14 Înfaza siyasetmedara kurd ji ber cezayê dîsîplînê şewitandin
15:52 Yazar û Melîk li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:28 Li Rihayê hejmara binçavkirinan derket 10’an
15:19 Dildarên mûdaxileyê şewata Dersimê dikin: Bila dest ji şewata daristanên me berdin
13:55 Cejnê jî nebû bersîva esnafên Tahtakale
13:54 Li heremên bi nakok ên Kerkûkê 47 peywir ji Kurdan hatin girtin
13:09 Gundiyên Dersimê: Ger şewat neyê vemirandin dê gundên me bişewitin
13:07 UNESCO Hemşînî li lîsteya 'Zimanên di bin talûkeyê de' zêde kir
12:38 Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê dan
12:28 HDK'ê li Zurîch û Baselê rêveberiyên xwe bijart
12:22 Şewata li Çiyayên Dersim belav dibe
12:00 Hevşaredarê Komirê Yuka hat girtin
11:43 KCD: Bila ev cejn bibe cejna rizgariya ji zilmê