* Cafer Tatliyê ku bi salan di sektora înşeatê de xebitî, piştî di vê sektorê de cinayetên karî zêde bûn vegeriya gund û tevî malbata xwe firin vekir. Niha Tatli nan dişîne Stenbol, Enqere, Îzmîr û gelek bajarên din.
* Damzerînerê Weqfa Veger a Ermenîstanê Aragats Akhoyan, anî ziman ku li welatekî ku demokrasî lê tune be û şer lê hebe krîz bivênevê ye û got: "Niha rewşa Tirkiyeyê dişibe ava ku di sed dereceyî de dikele û niha Tirkiye bi encama polîtîkayên xwe yên 100 salî re rû bi rû ye."
* Ekolojîstan bertek nîşanî şewatandina daristanên li Dersimê da û gotin, cihwarên pîroz tên şewitandin.
* Mehmet Alcû û hevjîna wî Hemê Alcû ku li gundê xwe yê di dema operasyonên leşkerî û çewisandinan de hat valkirin dimînin, ji bo rêya gund bê çêkirin serî li Walîtiya Êlihê dabûn, lê belê walîtî bi hinceta "li gund du kes dijîn' serlêdana wan qebûl nake.
* Li Edeneyê ciwanê bi navê Mehmet Kiran îdia kir ku polîs sîxurtiyê lê ferz dikin.
* Dayik Esma Yilmaz a li Girtîgeha Tîpa T - 2 a Rihayê li gel keça xwe ya 13 mehî Arîn girtiye, diyar kir ku keça wê li girtîgehê krîza bêhnefişkiyê derbas dike û wiha got: "Dermanê keça min nedida. Piştî ku em got em wê derxin dermanê wê dan. Di mahdê wê de reflu pêş ketiye."
* Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê bi wêneyên xizmên xwe yên winda ku hembêz dikin û qurnefilan 700 hefteye li qada Galatasarayê çalakiyan pêk tînin, ruh didin qadê û qadê zindî dikin. Malbat û xizmên ku 23 salin 3 qirne qadê terk nakin, diyar kirin ku 23 salên din jî biborin qadê terk nakin û ev têkoşîna rûmet û haysiyetê ye.