RIHA - Walîtiya Rihayê der barê pêkanînên ku li Kampa Penabaren a Telhamûtê ya li navçey Serê Kaniyê de bi awayê nivîskî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku lêpirsîn didome.
Li Kampa Penaberan a Telhamût a li navçey Serê Kaniyê ya Rihayê derketibû holê ku fuhûş li jinên penaber tê ferzkirin. Lê belê piştî bûyerê çend roj şûn de Walîtiya Rihayê hîn nû bi awayekî nivîskî der barê bûyerê de daxuyanî da.
Daxuyaniya Walîtiyê ev e: "Li navçeya Serê Kaniyê ya bajarê me li ser medyaya civakî der barê mêvanên sûriyeyî yên li navenda hêwirandinê dimînin hin îdiayên ku wijdanê mirov diêşînin hatine dîtin. Walîtiya me der barê van îdiayan de bi awayekî berfireh lêpirsîna edlî û îdarî daye destpêkirin. Ev lêpirsîn bi awayekî nepen didome. Walîtiya me mijarê dişopîne."