ENQERE – Malbatê, bi Koçer Ozdal ê li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê dibeşa lezgîn de dimî re, hevdîtin kir.
Girtiyê nexweş ê 65 salî Koçer Ozdal ku li Girtîgeha Bafra ya Samsunê girtî bû, di 19'ê Tîrmehê de sewqî Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê hat kirin û dibeşa lezgîn de hatibû razandin. Hevjîna Ozdal Sultan Ozdal û keça wî Suheyla Ozdal serê sibê hatin Enqerê. Malbat, destpêkê bi bijîşkan re hevdîtin kirin û dûre hevdîtin bi Koçer Ozdal ê di beşa lezgîn re kirin.